Ruksan Mihemed: YPJ nasnameya her jinekê temsîl dike
Berdevka Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ê Ruksan Mihemed da zanîn ku YPJ hêzeke ku nasnameya her jinekê temsîl dike, di nava civakê de xwedî fermiyetek rihî, wicdanî û sîstematîk heye û got ku ev serkeftina herî mezin e.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Jin demek dirêj e rastî gelek cureyên tundiyê tên. Sîstemeke gerdûnî heye ku li ser bingeha hişmendiya baviksalar a serdest hatiye avakirin. Navendên desthilatdariyê yên ku jiyan û civakê birêve dibin, jinan wekî zindî an jî wekî xwedî nasname û hebûn nas nakin û paşguh dikin. Têkldarî vê mijarê Berdevka Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Ruksan Mihemed ji ajansa me re axivî.
‘Jinan bi armanc û zanînê xwe biçek kirin û bûn mihwera şoreşê’
Ruksan Mihemed da zanîn ku Meseleya azadiya jinan meseleyeke giştî ye û wiha domand: “Li Sûriyeyê, piştî salan têkoşîna jinan û bi taybetî piştî destpêkirina Şoreşa Rojava ya 2012’an, hebûna jinan bêtir xuya bûye. Ev yek bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê eşkere bûye, ku tevgera jinan rêyeke cuda girtiye. Jinan xwe birêxistin kirin, saziyên xwe ava kirin, xwe bi raman û zanînê ve biçekkirin û pozîsyona xwe di artêşê de xurt kirin. Wan bingeha ku civak li ser wê disekinî, rêberî û rêxistinkirina wê kirin û bûn mihwera şoreşê.”
‘Krîzên ku Rojhilata Navîn dijî ji ber dûrxistina jinan a ji hemû qadan e’
Ruksan diyar kir ku pirsgirêk û krîzên ku li Rojhilata Navîn tên jiyîn ji ber ku her tişt ji xwezaya xwe ya rast derketiye û jinan dûrî hemû qadan biriye û wiha got: “Eger em li vê civakê û vê jiyanê binhêrin, divê em ji perspektîfa jinê ve lê binhêrin. Gelek ji pirsgirêkên cîhanê, ku wekî krîz têne binavkirin - wekî kêmbûna avê, pirsgirêkên jîngehê, şer û pirsgirêkên aborî - bi giranî ji ber dûrxistina jinan a dîrokî ne. Lê dîsa jî, jin di rewşek bêhempa de ne ku van krîzan çareser bikin ji ber ku çareserkirin û nerîna wan ya xwezayî cûda ye û ew in yên ku civakê organîze dikin.”
Ruksan destnîşan kir ku li Sûriyeyê de zihniyeteke dijminê jinan hatiye damezrandin û wiha pê de çû: “Zihniyeteke ku hebûna jinan paşguh dike û îdia dike ku ew nikarin di pozîsyonên hikûmetê de cih bigirin an jî di biryaran de xwedî gotin bin. Rejîma heyî pirsgirêkên jinan bi awayekî xwezayî an zanistî çareser nake.”
‘Jin bi têkoşîna xwe sûrê keleha desthilatiyê hildiweşînin’
Ruksan behsa têkoşîn û rêxistinbûyîna jinan a di Rojavayê Kurdistanê de kir ku armanca sereke vegera her tiştî ji cewherê xwe ye û wiha domand: “Li Rojavayê Kurdistanê, bi Şoreşa Rojava re, me ew ramana ku mafê jinan tuneye ku biryaran bidin an jî hebin, şikand. Jin çavkaniya serkeftina sîstemê ne ji ber ku her tişt hatiye tahrîfkirin. Sîstem û xweza, civak, aborî, artêş - her tişt ji wateya xwe ya rastîn hatiye girtin û ji rêça xwe dûr ketiye. Lê bi jinan re, me xwezaya jiyanê li Rojavayê Kurdistanê careke din guhertiye. Me xwe wekî jin birêxistin kiriye, di zanistê de bipêş xistiye û karakterê jinan ava kiriye. Bi saya Jineolojî jin, her tiştî vedigerînin xwezaya xwe ya rastîn û bi rastî jî, jinan di hemû waran de şoreşek çêkiriye. Têkoşîna ku me heta roja îro daye, têkoşîneke mezin bû, lê têr nake. Her ku em bêtir têdikoşin, ewqas jî êrîşî me tê kirin. Dewlet ji vê têkoşînê pir ditirse. Sîstema desthilatdar xwe wekî kelehek ava kiriye û jin bi têkoşîn û rêxistinbûyîna civakê sûrê dişkînin. Dem tune ku têkoşîn were rawestandin; heta ku mirov nefes digre, têkoşîn dê bi hemû awayên xwe berdewam bike.”
‘Êrîş û şer sîstem û rêxistinên jinan dikin hedef’
Ruksan Mihemed tekez kir ku şer û sîstemên desthilatdariyê êrîşî pergalên ku ji hêla jinan ve hatine avakirin dike, êrîşî çanda ku ji hêla jinan ve hatiye avakirin dike û êrîşî nasnameya jinan û civakîbûna ku ji hêla jinan bi xwe ve hatiye organîzekirin dike .
‘YPJ’ê ji bo jinan modelek, çandek exlaqî, mirovî, çandek hebûn û nasnameyê temsîl dike
Di 26’ê Nîsanê de, Platforma Çalakiya Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan kampanyayek ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) da destpêkirin. Ev kampanya pir girîng e ji ber ku piştgiriya YPJ ne tenê ji bo fermîkirina hebûna wê di Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de an jî bicihkirina jinan di destûra Sûriyeyê de ye. YPJ ji bo jinan modelek, çandek ehlaqî, çandek mirovî û çandek hebûn û nasnameyê temsîl dike. Ew hêzek e ku ne tenê ji sed an hezaran kesan pêk tê, lê belê civakeke, rêxistinek e û pergalek e. Divê em bi zelalî fêm bikin ka meriv çawa nasnameya jinan di destûra bingehîn a Sûriyeyê de mîsoger dike. Ev pir girîng e û têkoşîna me li ser vê yekê hatiye avakirin.”
‘Rêzdarî û bawerî û qebûlkirina civaka me ji YPJ’ê re serkeftina herî mezin e’
Ruksan Mihemed di dawiya axaftina xwe de banga hevgirtin û bilindkirina tekoşînê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî : “Em hêzek rêxistinkirî ne û civaka me me qebûl kiriye û bi berdewamî piştgiriyê dide me. Ev destkeftiya me ya herî mezin e. Me rêzgirtina gelê xwe û herêma xwe qezenc kiriye. Lê belê, ji bo ku em xwedî li xeta xwe, şehîdên xwe û gelê xwe derkevin, divê hêza me li Sûriyeyê were naskirin. Ev mafek rewa ye. Û ji bo avakirina Sûriyeyek bi rastî demokratîk, ji bo aştî û aramî were bidestxistin, divê ev hêz were qebûlkirin û were naskirin.”