Rojnamegerên jin: Tu êriş nikare dengê rastiyê qût bike

Jinên rojnamevan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşa li ser Stêrk TV û Madya Haber TV yê li Belçîkayê û li Bakurê Kurdistanê binçavkirina rojnamevanan şermezar kirin û gotin: “Tu êriş nikare dengê rastiyê qût bike.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Dewleta Belçîkayê duh li dijî navenda qenala Stêrk TV û Madya Haber TV êrîşek pêk anî. Di heman demê de li Tirkiyeyê nêzî 9 rojnamevanên Kurd û xebatkarên Çapemeniya Azad hat binçav kirin. Rojnamegerên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî êrişên li dijî Çapemeniya Azad dan û gotin ku tu êriş dê nikaribe dengê rastiyê qût bike.

Di Roja Rojnamegeriya Kurdî de êrîş pêk hat

Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawarê ANHA Cîhan Bîlgîn ev kiryarên tund li ser çapemeniya Kurd şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Balkêş e ku di rojeke wiha de ku rojnamegeriya Kurdî 126 salên xwe tijî dike, êrîşeke sîstematîk li dijî çapemeniya Kurd pêk tê. Bêguman ev êrîş hemwextî ziyareta dewleta Tirk ji Iraq û Başûrê Kurdistanê pêk hat.”

Cîhan Bîlgîn destnîşan kir ku ev ne cara yekê li ser çapemenî û dezgehên ragihandinê yên kurdî êrîşên bi vî awayî çêdibin û wiha pê de çû: “Ev ne cara yekemîn e, ji bo bêdengkirina me her hewldan tên kirin. Tevî van hemû hewldanan jî em ê tekez bêdeng nemînin. Weke diyar dibe, her car berî êrîşeke berfireh, Tirkiyê van êrîşan pêk tîne. Her wiha gihaye asta ku êrîş ne tenê di Kurdistanê sînordar bimînin, lê belê derbasî Ewropayê jî bûye. Ji sala 1996’an ve êrîş û kiryarên wiha hene ji aliyê Belçîkayê û welatên Ewropî ve.”

Cîhan Blîgî got ku ev êrîş ji bo Belçîka û dewleta Tirk rûreşiyek e û wiha bi dawî kir: “Em ê mîrasa xwe ya çapemeniya azad wenda nakin, em şagirtinên Mûsa Anter û Gurbetelli Ersoz in û em ê her vê xetê dewam bikin û nehêlin ku planên desthilatdaran bi ser bikevin.”

‘Dengê rastiyê nayê bêdengkirin’

Nûçegihana Kenala Ronahî TV Cûdî Elî bal kişand li ser armancên desthiildaran a bêdengkirina rastiyê û wiha pê de çû: “Bûyera ku qewimî şermeke mezin e. Rojnamevanên ku dixwazin rastiyê ragihînin tên astengkirin, bê guman qenala Stêrk TV qenaleke Kurdistanê ya kevn e û ji bo dengê gelê Kurd her ked û xebat daye.

‘Em li pey doza hevalên xwe ne’

Em rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê kiryarê qebûl nakin û em bi tekezî piştgiriya hevalên xwe dikin û li dijî wê bertekên tund nîşan didin. Gereke her rojnamevanek, vê êrîşê li dijî xwe û azadiya xwe bibîne, ji ber ku eger ku saziyeke çapemeniyê hat astengkirin, ev tê wateya astengkirina hemû rojnamevanan.”

Banga lêpirsînê

Di heman demê de, Endama Desteya Rêveber a Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) Evîn Îbrahîm jî binçavkirina rojnamevanan li Bakurê Kurdistanê, her wiha êrîşkirina qenala Stêrk TV û Madya Haber TV şermezar kir û ev yek anî ziman: “Bûyerên ku îro diqewimin, berdewamiya êrîşên bi salan e ku tên kirin li dijî çapemeniya Kurd. Em li hember van kiryaran bêdeng namînin, em ê çalakiyên xwe li dar bixin heya rawestandina van êrîş û kiryaran.

Weke tê zanîn, divê ku sînor ji rojnamegeriyê re neyê danîn, lê weke em dibînin ev yek nayê pêkanîn. Ev yek kêmasiya rêxistinên mafên rojnamevanan nîşan dide. Banga me ji hemû sazî û rêxistinên mafên rojnamevanan heye ku karîbin rê li pêşiya binpêkirina mafên rojnamevanan bigrin. Gereke ku di zûtirîn dem de lêpirsîn were kirin û bêdeng nemînin di heman demê de rojnamevenên di girtîgehan de azad bên berdan.”