Êlîh- Bi talîmata Wezareta Karên Hundir duh li Êlih, Mêrdîn û Xalfetî qeyûm hatin tayînkirin. Berxwedana welatiyan a li dijî tayînkirina qeyûman dewam dike. Piştî daxuyaniyên siyasetmedarên jin ên Kurd û jinên femînîst, polîsan careke din bi gaza îsotê û ava şid êrîşî girseyê kir.
Di êrîşê de gelek kes hatin binçavkirin, nûçegihana me Pelşîn Çetînkaya jî ku ji bo şopandina nûçeyê li Elihê bû, bi îşkenceyê de hat binçavkirin. Tevî ku hat gotin ku ew rojnameger e jî serê nûçegihanê me bi zorê xwar kirin. Polîsan xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşam Veysî Akoren jî binçav kirin.




