Rapora Mijdarê ya MKG’ê: Zextên li dijî rojnamevanan zêde dibe

Li gor rapora meha Mijdarê ya MKG'ê, 5 rojnamevan hatine cezakirin, derbarê 10 rojnamevanan de pêvajoya darizandinê didome û 3 rojnamevan hê girtî ne.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha Mijdarê eşkere kir.

MKG'ê di rapora xwe de ragihand ku daneyên meha Mijdarê nîşan didin ku zext li ser rojnamevanan dewam dike, pêvajoyên darizandinê her ku diçe vediguherin cezakirinê û hewl tê dayîn ku gef û girtin wekî ‘rîskên normal ên pîşeyê’ bên normalîzekirin û wiha hat gotin: “Ev rewş pêwîst dike ku binpêkirinên mafan werin dîtin, belgekirin û hevgirtina di navbera rojnamevanan de bêtir were xurtkirin da ku çapemeniya azad xurt bibe.” 

Di raporê de ev tişt hate gotin: “Ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî yên ku divê di çarçoveya azadiya ramanê de were hesibandin, bi binçavkirin, lêpirsîn, doz û gefan re rû bi rû dimînin. Yek ji sernavên herî berbiçav ên vê mehê, zêdebûna girîng a zextê ya li ser azadiya ramanê bû. Lêpirsînên nû li dijî gelek rojnamevanan hatine destpêkirin û meyla cezakirinê di dozên heyî de jî berdewam kiriye. Heta bîranîna rojnamevanên ku di êrîşên SÎHA'yan de hatine qetilkirin jî bû mînaka darizandinê. Ev mînakek berbiçav e ku çawa rojnamegerî tê krîmînalîzekirin. Azadiya çapemeniyê hîn jî mijarek sereke ye ku ji hêla tohmetên li dijî rojnamevanan ve tê kirin, dibe hedef.”

‘Tundiya dijîtal êdî ne îstîsna ye’

Di raporê de îşaret bi cûrbecurbûna gefên li ser ewlehiya rojnamevanan hat kirin û wiha hate gotin: “Gefên kuştinê yên li Qibrisê li derhênera weşanxaneyê hatine xwarin, careke din asta xeternak a zêdebûna belavbûna gotinên nefretê û peyamên destdirêjiyê yên di qadên dîjîtal de, raxist pêş çavan. Şîdeta dîjîtal êdî îstîsnayî nîne; ew bûye amûrek zordariyê ya birêkûpêk. Her çend bêewlehî, mobîng û cudakariya ku rojnamevan di jiyana xwe ya kar de pê re rû bi rû dimînin pir caran nayên dîtin jî, ew wekî qadeke din a binpêkirinê dimînin ku bandorek cidî li ser çalakiyên wan ên pîşeyî dike. Mirina bi guman a Dîlan Karaman a di nava têkoşîna azadiya jinan de cihê xwe girtiye û serdemekê faliyetên rojnamegeriyê kiriye, ne tenê xemgîniyeke kûr e, di heman demê de gefên sîstematîk ên ku jin pê re rû bi rû dimînin jî derxist holê. Em bawer dikin ku lêpirsîna mirina Dîlan Karaman dê zû bi encam bibe û rastî dê were eşkerekirin. Em ê ji nêz ve bişopînin.”

‘Divê piştevaniya di navbera rojnamevanan de bê xurtkirin’

Di dewama raporê de ev tişt hate gotin: “Daneyên meha mijdarê nîşan didin ku zext li ser rojnamevanan dewam dike, pêvajoyên darizandinê her ku diçe vediguhere cezakirinê û hewl tê dayîn ku gef û girtin wekî 'rîskên normal ên pîşeyê' bên normalîzekirin. Ev rewş pêwîst dike ku binpêkirinên mafan werin dîtin, belgekirin û hevgirtina di navbera rojnamevanan de bêtir were xurtkirin da ku çapemeniya azad xurt bibe.” 

Binpêkirinên li dijî rojnamevanan  

Di raporê de hate destnîşankirin ku di meha Mijdarê de rojnamevanek hatiye binçavkirin, ji bo îfadeyê bangî rojnamevanekê hatiye kirin, der heqê 3 rojnamevanan de lêpirsîn hatiye vekirin û doz li 2 rojnamevanan hatiye vekirin, li 5 rojnamevan bi giştî 2 sal û 11 meh cezayê hepsê hatiye birîn, darizandina 12 rojnamevanan didome û 3 rojnamevan jî girtî ne.