Li Taîzê li dijî tundiya dijîtal însiyatîfa hevpar hat destpêkirin

Di çarçoveya çalakiyên pêngava 16 rojî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de, li Yemenê bi armanca bihêzkirina jin û zarokên keç a di qada dijîtal de û zêdekirina hişyariyê, însiyatîfek hat destpêkirin.

RANIA ABDULLAH

Yemen – Di çarçoveya çalakiyên pêngava 16 rojî ya têkoşîna li dijî tundiya ser jinê de, li bajarê Taîz a başûr û rojhilatê Yemenê bi armanca parastina jinan ji tundiya dijîtal, saziyên civaka sivîl û saziyên dewletê însiyatîfa hevpar a netewî dan destpêkirin. Însiyatîf hedef dike ku qadek dijîtal a bi ewle ava bike û jin bêdengiya xwe bişkînin û teşwîqî vegotina binpêkirinên dijîn bike. Di heman demê de armanc dike ku bi bernameya hişyarkirin û perwerdeyê, jinan ji tundiya dijîtal biparêze.

Însiyatîf bi beşdariya Midûriyeta Giştî ya Pêşketina Jinan a Taîzê, Weqfa Selam a Yemenê, Navenda Pêşxistina Jin û Zarokan (Safe Women), Rêxistina Aştî û Pêşxistinê ya Joodan, Saziya Pêşxistin û Aştiyê ya Kayan, duh bi semînerek hat destpêkirin. Di semînerê de li ser rêbazên bihêzkirina parastina dijîtal û li dijî şantaja sîber hate sekinandin. Her wiha di semînerê de zoriyên ku jin di qada dijîtal de dijîn û rêbazên xweparastinê hate eşkerekirin. Beşdaran diyar kirin ku ji bo garantîkirina qadek bi ewle ya dijîtal, divê bernameyên hişyarkirinê werin zêdekirin. Her wiha beşdaran şantaja dijîtal û asta hiqûqî ya şantaja dijîtal nîqaş kirin. Her wiha pisporên derûnî û civaknasî, derbarê badorên derûnî û civakî yên sûcên şantaja dijîtal de pêşkêşî kirin. Pisporan îşaret bi wê yekê kirin ku travma, tirs û îzolasyon bi qasî xisara teknîkê bi xeter e.

Însiyatîf ji bo hişyarkirina ciwanan gavek e

Bijîşk Basma Abdulgettah wiha got: “Ev hewldan, di hişyarkirina jin û mêrên ciwan de gavek bingehîn e. Rêya hişyarkirin û parastina ciwanan, çanda ku bikaranîna telefon û amûrên pêwendiyê bi awayek hişyar bi hêz dike. Di heman demê de wê sûd bide ku asta hişyariya malbatan zêde bike, divê zarokên keç wek şerm û bi qisûr neyên dîtin, divê mafên wan ên şexsî werin parastin û destekkirin. Di civakê de gelek deman jin wek sûcdar tê dîtin, weke ku jin neçar e namûsa malbata xwe biparêze tê dîtin. Li beramberî vê, mêr bi temamî nêzîkatiyek cûda dibîne. Ger girîngî ji bo welatibûna civakê ya wekhev bihata dayîn û malbat ji zaroktiyê ve di navbera keç û kuran de nêzîkatiyek hevseng a meznkirinê pêkbaniya, jin wê di vê astê de rastî tundiyê nehatina. Mixabin bingehê tundiyê di nava malbatê de tê avêtin, piştre bi rêya medyayê mal û dibistan xitimandiye. Civak jî jinê rasterast sûcdar dike.”

‘Em ê çalakiyên cûda bimeşînin’

Midûra Îdarî ya Pêşketina Jinan a Taîzê Neccah Hamid têkildarî parastina ji tundiya dijîtal wiha got: “Di çarçoveya semînera bi sernavê ‘Parastina ji tundiya dijîtal’ de, me vê însiyatîfa hevpar a netewî îlan kir. Ev Însiyatîf berhema hevkariya saziyên civaka sîvîl û saziyên dewletê ye, ev hevkarî hewldana parastina jinan û avakirina qadek bi ewle ya dijîtal nîşan dide. Ev çalakî ne tenê çalakiyek demkî ya girêdayî kampanyayê ye, projeyek demdirêj e. Em ê çalakiyên cûda bimeşînin. Hevkariya di navbera saziyên civaka sivîl û saziyên dewletê de wê bandorek mezin bide avakirin. Ev jî wê di têkoşîna li dijî tundiya dijîtal de bibe modelek bi bandor a civakê. Însiyatîf ji bernameyên wek perwerde, destekên wek hiqûqî, derûnî, şêwirmendî pêk tê.”

‘Gelek dozên tundiya dijîtal hene’

Rojnamevan Naîm Xalid, bal kişand ser girîngiya destpêkirina însiyatîfê û wiha got: “Di van şertan de, ji bo parastina jinan destpêkirina însiyatîfek wisa gelek girîng e. Li dadgehan gelek dozên tundiya dijîtal hene û gelek bûyerên ku pispor û dadgeh nekarîne xwe bigihîninê hene.”