‘Di guhertina hişmendiyê de rola ragihandinê girînge'
Berdevka Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) Emel Mihemed anî ziman ku ragihandina azad rastiyê ronî dike û destkeftiyên jinan belge dike, li Rojavayê Kurdistanê rojnamevanên jin bi pênûs û kamereya xwe nîşan dan ku belgekirina rastiyan berpirsyariyek e.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo –Desthilatdarî bi kontrolkirina bedena jinê tenê zadiya wê sînor nake, her wiha hewl dide bandorê li ser tevahî hişmendiya civakê bike. Di vê çarçoveyê de, rola rojnamevanên jin di eşkerekirina rastiyê, şikandina bêdengiyê û parastina mafên jinan de girîng e. Ev yek jî pêdiviya xebatên ragihandina azad, hişyarî û peydakirina rêbazên parastina rojnamevanên jin a li hemberî zext û gefan derdixe pêş.
Berdevka Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) Emel Mihemed, li ser bandora ragihandina desthilatdar a ku bi rêya bedena jinê li ser civakê tê kirin, bersiva pirsên me da.
*Ragihandina desthilatdar çawa bi rêya bedena jinê bandorê li ser civakê dike?
Ragihandin di avakirina hişmendiya civakê, belavkirina rastiyê û veguhastina dengê gel de, xwedî roleke bingehîn e. Ragihandina azad pêwîst e bibe amûra eşkerekirina rastiyê, vegotina êş û azarên gel û parastina nirxên civakê. Lê belê dema ku ragihandin dikeve bin kontrola berjewendiyên desthilatdariyê, ji armanca xwe ya bingehîn dûr dikeve û dibe amûreke ji bo kontrolkirina hişmendiya civakê, guhertina rastiyan û pêkanîna berjewendiyên desthilatdar.
Ragihandina desthilatdar bi rêya bedena jinê bandorê li ser civakê dike
Di vê çarçoveyê de, ragihandina desthilatdar bi taybetî hewl dide ku bi rêya bedena jinê bandorê li hişmendiya civakê bike. Bi belavkirina dîmen, wêne û naverokên ku bedena jinê dikin mijara sereke, jinê ji kesayetiyeke xwedî hişmendî, vîna azad û roleke civakî vediguherîne tiştekî ku li gorî xuyang, bedewî û pîvanên ku ragihandina desthilatdar destnîşan dike, tê nirxandin. Bi vî awayî, bedena jinê ji hebûneke xwedî maf û biryardayînê tê cudakirin û dibe amûreke ji bo kişandina balê, bazirganî û kontrolkirina hişmendiyê.
Azadî ji wateya xwe ya kûr tê valakirin
Ev siyaseta ragihandinê ne tenê bi rola jinê tê sînorkirin, heman demê hewl dide ku têgihîştina azadî, nasname û hebûna jinan di bin bandora xwe de bigre. Ji aliyekî ve dema ku jin li ser azadî, nasname, çand û mafên xwe disekine, ev yek wekî xeteriyekê li dijî berjewendiyên desthilatdariyê tê dîtin. Ji aliyê din ve, azadiyek takekesî û ji nirxên civakî û têkoşîna hevbeş qutkirî, bi navê azadiya jinê tê pêşkêşkirin. Bi vî awayî, azadî ji wateya xwe ya kûr ku tê de hişmendî, biryardayîn, maf û xweserî hene, tê valakirin û bi şêwazê jiyanê ve tê girêdan.
Ev têgihîştin azadiyê bi xuyangê ve sînordar dike
Yek ji rêbazên vê siyasetê jî pêşxistina tazîkirin û pêşkêşkirina jinê ya wekî pîvaneke azadiyê ye. Ji jinê re tê gotin her ku ew zêdetir bedena xwe nîşan bide û xwe li gorî pîvanên destnîşankirî biguherîne, ewqas azad e. Lê ev têgihîştin azadiyê bi xuyangê ve sînordar dike û pirsên bingehîn ên wekî maf, ewlehî, serbixwebûna aborî û beşdariya jinan a di jiyana siyasî û civakî de paşguh dike. Azadiya jinê ne di tazîbûnê de ye û ne jî di pêkanîna pîvanên ku ji aliyê ragihandinê ve tên ferzkirin de ye, azadî di mafê wê de ye ku bê zordestî û bê ferzkirin biryarên xwe bide û jiyana xwe bi vîna xwe bi rê ve bibe.
Ji ciwanan re xeyalek tê afirandin
Her wiha ev yek dikare bandorê li ciwanan jî bike, bi taybetî dema ku li ser medya dijîtal bi awayekî berdewam wêne û dîmenên ku azadiyê bi xuyang û jêhatîbûna kişandina balê ve girêdidin, tên belavkirin. Bi rêya van tiştan, ji ciwanan re xeyalek tê afirandin ku azadî tenê di xwepêşandanê û pêkanîna pîvanên ku ji aliyê ragihandê ve tên destnîşankirin de ye. Ev yek dikare hişmendiya rexneyî lawaz bike, bala ciwanan ji pirsgirêkên bingehîn ên civakê dûr bixe û her wiha wan ji nirxandin û parastina nasnameya xwe bêpar bike.
Ev yek tenê bandorê li hişmendiya takekesan nake
Di heman demê de, dema ku bal û fikra jinan bi mijarên xuyangê, bedewiyê û pîvanên ku ji derve tên ferzkirin ve tê mijûlkirin, pirsgirêkên bingehîn ên jinan, wekî tundî, zordestî, cudakariyê û binpêkirina mafan, di paşerojê de dimînin. Ev yek ne tenê bandorê li hişmendiya takekesan dike, her wiha dikare bibe sedem ku têkoşîna hevbeş a jinan lawaz bibe û bala civakê ji pirsgirêkên bingehîn dûr bikeve.
Ji ber ku jinên xwedî hişmendî û yekîtî dikarin li hemberî zordestiyê bisekinin
Dema ku yekîtiya jinan xurt dibe û jin bi hev re li ser maf, azadî û hebûna xwe disekinin, pêşxistina azadiya takekesî ya ji têkoşîna hevbeş qutkirî dikare bibe amûreke ji bo parçekirina wan. Ji ber ku jinên xwedî hişmendî û yekîtî dikarin li hemberî zordestiyê bisekinin, mafên xwe biparêzin û pergala desthilatdar a li dijî azadiya wan rexne bikin. Ji ber vê yekê, parastina yekîtî û pêşxistina hişmendiya jinan ji bo avakirina civakeke azad û wekhev girîng e.
Ragihandin dikare di avakirina hişmendiyeke azad de rolek bilîze
Di rastiyê de jin yek ji hêzên bingehîn ên parastina hebûn, ziman, çand û nirxên civakê ye. Ji ber vê yekê, her hewldaneke ku dixwaze jinê ji nasname, dîrok û têkoşîna civakî dûr bixe, bandorê li pêşeroja civakê jî dike. Ragihandin dikare di avakirina hişmendiyeke azad, parastina rastiyê û bilindkirina dengê jinan de roleke girîng bilîze, lê heman amûr, dema ku ji bo berjewendiyên desthilatdariyê tê bikaranîn, dikare bibe sedema çewisandina rastiyê, guherandina wateya azadiyê û lawazkirina hişmendiya civakê.
Ji ber ku jin ne amûreke ji bo bazirganiyê ye
Ji ber vê yekê, erkê ragihandinê ew e ku ne tenê wêne û dîmenan belav bike, her wiha rastiyê eşkere bike, hişmendiya civakê xurt bike, pirsgirêkên jinan derxe pêş û li hemberî her awayê bikaranîna bedena jinê wekî amûreke berjewendiyê bisekine. Ji ber ku jin ne amûreke ji bo bazirganî û ne jî amûreke ji bo kontrolkirina civakê ye, ew xwedî nasname, vîn, hişmendî û maf e.
*Rola rojnamevanên jin di eşkerekirina binpêkirinên mafên jinan de çiqas girîng e?
Jina rojnamevan dema ku êş û azarên jinan dibîne û wan belge nake, wê demê divê pênûs û kameraya xwe deyne. Ji ber ku me soza xwe daye ku binpêkirinên mafan, zehmetî û zordestiya ku li dijî jinan tê kirin, her wiha êş û azarên ku jin dikşînin, belge bikin û rastiyê bighînin civakê.
Jin dihatin revandin û serê ciwanan dihat jêkirin
Li Rojavayê Kurdistanê, me di şert û mercên zehmet de dest bi rojnamegeriyê kir. Dema ku DAIŞ êrîş dikir, jin dihatin revandin û serê ciwanan dihat jêkirin. Di wan demên dijwar de, belgekirina van kiryarên hovane û veguhestina rastiyê erkeke girîng û berpirsyariyeke mezin bû.
Wê dîrok me ji ber bêdengiya me efû neke
Dibe ku di şerên dawî de hin rastî ji civakê re dijwar û bêbawerî xuya bikin, lê eger em wan belge nekin û li ser wan nenivîsin, wê dîrok me ji ber bêdengiya me efû neke. Ji ber vê yekê, baweriya min ew e ku pêwîste em bi pênûsên xwe rastiyê binvîsin û bi kamerayên xwe wê belge bikin.
Divê em jî li wir bin û bibin dengê jinan
Her gav û her kêlî, li ku derê jin rastî zordestî, binpêkirina mafan an jî êş û azarê bê, divê em jî li wir bin û dengê jinan bibin. Ji ber ku me soz daye ku em ê bibin dengê jinan, pêwîst e em ne tenê vê soza xwe bi gotinê biparêzin, lê bi belgekirina rastiyan û veguhestina dengê wan jî pêk bînin.
*Di navbera ragihandina desthilatdar û ragihandina azad de, çi cudahî di nêrîna wan a li ser jinan de heye?
Ragihandina desthilatdar jin wekî tiştekî ji bo xuyang û berjewendiyên xwe bikar tîne, lê ragihandina azad hebûn, raman û têkoşîna jin derdixe pêş. Bê guman, li Rojavayê Kurdistanê şoreşeke jinê pêk hat û em di her gav û her kêliyê de bi jinan re meşiyan, dengê wan bilind kirin û destkeftiyên wan belge kirin.
Ragihandina azad hêz û vîna jinê derdixe pêş
Ragihandina desthilatdar her tim bedena jin wekî rêklam bikar tîne. Lê ragihandina azad raman, hişmendî, hêz û vîna jin derdixe pêş, jina ku bi hişmendiya xwe dijî, di jiyana civakê de roleke çalak dilîze û ji bo pêkanîna guhertinan têdikoşe.
Pêşkêşkirina jinê ya tenê wek xuyangek
Cewhera jinê di ramanên azad, di vîna serbixwe û di hêza afirandina guhertinan de ye. Pêşkêşkirina jinê tenê wekî xuyangek e, wê ji hebûn û rastiya wê dûr dixe. Ji ber vê yekê, erkê ragihandina azad ew e ku rastî kesayet, têkoşîn û rola jin di guhertina civakê de nîşan bide.
Ragihandina azad derfetê dide jinan ku bi deng biaxivin
Ragihandina desthilatdar hewl dide ku jinan fêr bike ka çi bêjin û çawa li gorî berjewendiyên xwe biaxivin, lê ragihandina azad derfetê dide jinan ku bi deng û raman û ji dilê xwe biaxivin, rastiyên xwe vegotin û bêyî tirs û zextan hebûna xwe îfade bikin.
Rojnamevantî ne tenê pîşeyek e
Bê guman rojnamevantî ne tenê pîşeyek e, di heman demê de berpirsyariyek e ji bo parastina rastiyê û veguhestina dengê kesên ku dixwazin bêdeng bên hiştin. Her kesê ku dilê wî ji bo rastiyê lê dide, dikare di vê riyê de bimeşe, lê rojnamevanekî rast ew kes e ku bi hişmendî, berpirsyarî û wêrekî rastiyan belge dike û li hemberî bêdengkirina rastiyê disekine.
*Rojnamevanên jin çawa dikarin xwe ji zext û êrîşên li ser xebatên xwe biparêzin?
Parastina rojnamevanan li hemberî zehmetî û xetereyan pir girîng e. Di pêvajoya Rêveberiya Xweser de, şert û mercên ewlehiyê derfet didan rojnamevanan ku karê xwe pêk bînin û rastiyên li qada bûyeran belge bikin. Lê belê; gelek rojnamevan ji bo eşkerekirina rastiya bûyeran, gihandina dengê gelê xwe û parastina destkeftiyên jinan dixebitîn, hatin hedefgirtin û her wiha gihîştin asta şehadetê. Êrîşên ku li dijî rojnamevanan ne tenê armanca bêdengkirina wan dike, lê di heman demê de hewl dide ku rastî were veşartin û dengê gel bê deng were hiştin.