“Ragihandina azad çavkaniyek bihêz a ragihandina rastiyan e”

Rojnamevanên ku tevlî Kongreya 6’emîn a Yekîtiya Ragihandina Azad bûne wiha gotin: “Kongreyek wiha ji pêvojaya heyî re bersiva herî xurte.”

Qamişlo- Yekîtiya Ragihandina Azad bi dirûşma “Pêkve ber bi ragihandina hişmend, berpirsiyar û sinc ve” Kongreya xwe ya 6’emîn li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola kongreyan a zanîngeha Rojava bi tevlîbûna 200 delegeyan dest pê kir. Gelek sazî û dezgehên ragihandinê, rojnamevan, rewşenbîr, Tev-dem, Rêveberiya Xweser û YPJ/YPG di kongre de amadebûn. Her wiha hola Kongre bi wêneyên cangoriyên ragihandina azad û dirûşmeyên “Ragihandina azad wîjdan û dengvedana civakê ye” û “Ber bi ragihandina pîşedar û sinc ji bo avakarina civaka azad” ve hatibû xemilandin. Rojnamevanên ku tevlî Kongreya 6’emîn a Yekîtiya Ragihandina Azad bûne nêrînên xwe parve kirin.

“Rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûrî bûn dengê gel”

Endama Komîteya Amadekar a Kongreyê Medya Xanim amadekariyên kongreyê wiha parve kir: “Îro em kongreya xwe ya 6’emîn li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixînin. Ev demek dirêje amadekariya Kongreyê hatiye kirin. Hemû rojnamevanên li Bakur û Rojhiatê Sûriyê siwana xwe di bin Yekîtiya Ragihandina Azad de digirin. Beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê mafê rojnamevanan dihat xwerin. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re Yekîtiya Ragihandina Azad jî hate avakirin ku hemû rojnamevan bi deng, reng û pênûsa xwe bi awayekî azad tevdigerin. Heta niha jî gelek êrîşên dijwar li dijî dengê rastiyê heye ku dewleta tirk rojnamevanan jî dixe armanca êrîşan. Rojnamevan di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de jî gelek rolên mezin lêyistin ku bûn dengê gel. Erka Yekîtiya Ragihandina Azad ewe ku rojnamevanên ku rastiyê derdixînin biparêze. Yekîtiya Ragihandina Azad hemû rojnamevanên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dimeşînin rêxistin dike. Kongreya 6’emîn îro pêk tê û wê di vê kongreyê de hevserok û meclîsên nû bên hilbijartin. Em dikarin bêjin ku hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê delege beşdar bûne. Rapora salane hate xwendin û niqaş hatin kirin ku nebesiyên ku em dijîn hatin ser ziman ku em tevlîbûnek xurtir pêk bînin. Hemû endam nêrînên xwe bi awayekî azad tînin ziman da ku em bikarin bibin dengê gel.”

“Bi dehan saziyên ragihandinê hatine avakirin ku berhema şoreşê ye”

Pêşkêşvana Jin Tv Bêrîtan Îrlan jî Kongreya 6’emîn a Yekîtiya Ragihandina Azad li rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got: “Em beşdarî kongreya 6’emîn a Yekîtiya Ragihandina Azad dibin ku divê pêvajoyê de pêwistiyek wiha hebû. Îro li tevahî Kurdistanê êrîşek dijwar heye û em hemû pêvajoyek awarte re derbas dibin. Li Rojavayê Kurdistanê di sala 2005’an de ragihandin hebû, lê di wan deman de bi awayekî veşartî kar dihat meşandin. Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk hat, ragihandin jî aktîf bû. Em hatine wê astê ku bi dehan saziyên ragihandinê hatine avakirin. Bi dehan tv, radyo, rojname, ajans hatine avakirin ku hemû berhemên şoreşê ne. Ragihandina azad ji bo tevahî cîhanê dibe çavkaniyek xurt. Polîtikayên pir dijwar li dijî herêmê me pêk tê, ruxmê rojnamevan rastiyan dinivîsîne, lê cîhan jî ji vê rastiyê re çav û guhên xwe digire, ev yek jî polîtîkayên dewletî û navneteweyî ye. Ragihandina azad her aliyên Kurdistanê qirkirinên ku li dijî gelê me pêk dihat derxist holê û her karê xwe meşand. Cîhan çiqas çavê xwe bigire, em ê her biqêrin, dîmen bigirin û wehşiyetên ku li dijî herêmên me û gelê me pêk tê raxînin ber çavan. Kongreyek wiha ji pêvojaya heyî re bersiva herî xurte. Em bi hêvîne ku rojnamevanên kurd ên ku divê kongreyê de amade û ne amade, li ser xeta rastiyê kar bikin. Em dikarin bêjin ku çarenûsa gelê me di van salan de ye û li gor vê yekê gav bavêje.”