Navenda Nûçeyan- Parlementera Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevilay Çelenk pêşiyazpirs der barê Hevkariya Tirk û Ajansa Koordînasyona Serokatiyê (TÎKA) di 22’ê Tebaxa 2024’an de li ser malpera xwe ya fermî di daxuyaniya dayî de ragihand ku li Efganistanê piştevaniyek berfireh a ekîpmanên teknîkê daye Muduryeta Agahî û Çanda Herat û Yekîneya Weşanê da.
Di pêşnûmepirsê de ev tişt hate gotin:
“Tirkiye di çarçoveyek berfireh de piştevanî daye çepemeniya Efganistanê, Tora Beşdariya siyasî ya jinên Efgan, di meha Gulana borî de bi boneya Roja Azadiya çapemeniya azad şermezar kiribû û rewşa xirab ya azadiya fikir û çapemeniyê ji hemû cîhanê re ragihandibû. Jinên Efgan, diyarkirin ku Yekîneya weşan û mûdûryeta agahiya çapemenî û çanda Efganistanê ji aliyê rêveberiya Talîbanê ve tê bikaranîn rexne kirin. Jinên Efgan di heman demê de bal kişand ser hewldanên Talîbanê ya qayîmkirina desthilatê û kontrolkirina agahiyan. Destnîşan kir ku li Efganistanê pirsgirêka azadiya îfadeyê û sensûra ji bo çepemaniyê tê pêknîn. Di heman demê de jinan diyarkirin ku çapemeniya Efgan dibin şûrê sansûra Talîbanê de ye.”
Di pêşiyazpirs de hate destnîşan kirin ku zext û kontrola Talîbanê li ser civakê di rêjeyek zêde de kur bûye ‘quralên exlaqê/zagona erdemê’ ketiye meryetê, di çarçoveya van quralên nû de ku bi erêkirina Talîbanê ketiye meryetê erkê polîsên exlaq hêdî hêdî berfireh kiriye.




