Pîşekarên jin ên Tûnisî di fûarê de li hev civiyan

Pîşekarên jin ên başûrê Tûnisê, bi hebûna xwe li qadên hilberînê ji cil û bergan, nexş û berhemên kevneşopî, li paytexta Tûnisê ku îsal beşdariyeke zêde ya ziyaretvanan heye berhemên xwe pêşkeş dikin.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis – Pêşangeh, fûar di nav çalakiyên herî girîng ku pîşekarên jin berhemên xwe pêşkêş dikin de cih digre. Di vê çarçoveyê de 16 jinên pîşekar ên ji parêzgehên başûrê Tûnisê ji 24’ê Cotmehê û vir ve li fûara kevneşopî ya hilberîneran pêşkeşkirina berhemên xwe didomînin.

Şêwirînera modayê Najat El-Kour ku 22 sal in di qada şêwirîn û dirûtina cil û bergên kevneşopî de dixebite, diyar kir ku gelek cil û bergên nûjen şêwirdike, da zanîn ku îmzaya xwe ji gelek şêwirên ku li hundir û derveyê Tûnisê tên lixwe kirin avêtiye. Najat El-Kour, diyar kir ku ji bo danasîna berhemên xwe magazayek wê heye, da zanîn berhemên xwe bi rêya hesabên xwe yên medyayê bi mişteriyan re li hev dicivine. Najat El-Kour, diyar kir dixwaze di qada ku lê dixebite de xwe pêş bixe û da zanîn ku bilindbûna bihayê madeya xam hilberîna wan zehmetir dike.

2 sal in beşdarî fûarê dibe

Jawaher Bin Laghade ku di sektora eşyayên zîv de pisporeke, wiha got: "Ez du sal li pey hev beşdarî vê fûarê bûm û her sal ji ya berê hin zêdetir baştir e”. Jawaher Bin Laghade ku da zanîn ji zîv re bi zêdekirina kevirên wek ember û mercan perçeyên hin xweşiktir diafirîne û got ji ber buhabûna madeyên xam zirar dike. Jawaher Bin Laghade Laghade bang li rayedarên peywendîdar kir ku zêdetir xwedî li esnafên piçûk derkevin.

‘Divê jin xwe bi pêş bixin’

Latîfe bin Daqa li gundewarê Djerba Arjounê pîşekarek e, da zanîn ku pîşeya wê tenê bi çêkirina moxil û hin amûrên kevneşopî sînordare û diyar kir ku bi neh jinan re perwerde ditiye. Latîfe Bin Daq a da zanîn bi jinekê re rêya xwe didomîne, wiha got: " di vê qada pisporiyê de yekemîn qada sertifika ez im. Ez hilberin çêdikim, lê piştî ku ez zewicîm û zaroka min çêbû, min demek dirêj navber da. Em hîn di destpêka rê de ne. Ji ber vê yekê, em hîna ji bo berheman sîparişa pêwîst nagrin. bistînin. Divê jin vala neseknin û di hemû qadên jiyanê de ji bo pêşxistina xwe hewl bidin.”

Ji berhemên xwe li fûarê re ye

Pîşekar Hayat Masîta ku ji Dûîratê di sektora "Margoum"ê de dixebite jî, wiha got: "Ji ber ku em dixwazin berhemên kevneşopî yên herêmê bidin nasîn beşdarî fuarê dibim. Divê em vê mîras bê parastin. Tevî ku esnafên bazarê ji min dixwazin ez wek çenteyên jinan û pêlavên havînê pêşbixim jî, ez di markayên kevneşopî, cil û bergan, xalîçe, hanûk û balîfê girêdayî mam."