Pêkhateyên Til Temir û Zirganê 12’emîn Şoreşa Rojava pîroz kirin

Pêkhateyên bajarê Til Temir û Zirganê yê Kantona Cizîrê 12’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kirin.

Til Temir - Şoreşa ku 19’ê Tîrmeha 2012’an li Kobanê destpêkir, derbasî sala xwe ya 12’an dibe. Bi vê hemahengiyê pêkhateyên bajarê Til Temir û Zirganê li Kantona Cizîrê a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Kurd, Ereb û Asûriyan li Saziya Malbatên Şehîdan (SMŞ) a bajarê Til Temir, bi şahiyekê pîroz kirin.

Şahiya ku di bin diruşmeya "Em ê bi rihê 19’ê Tîrmehê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin" hat lidaxistin bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê bernameya hûnerî ya şahiyê bi axaftinê destpê kir.

Bi vê boneyê Hevseroka Meclisa bajarê Til Temir Gulîxan Tahir û Semah El-Ebadî ji Meclisa bajarê Zirganê, axivîn.

'Li warê ku jinê şoreş destpê kir çeteyên ku mirovahî tirsandibû têk bir'

Gulîxan Tahir Şoreşa 19’ê Tîrmehê li tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Çirûska şoreşa jinê ji Kobanê destpê kir, li cihê ku şoreş destpê kir çeteyên DAIŞ êrîşî wir kirin, lê jinan careke din warê xwe rizgarkir. Xwestin li cihê ku jinan serî hildan serê wan bitewînin û azadiya jinan têk bibin, lê jinan derfet nedan. 19’ê Tîrmehê şoreşa ku gel îradeya xwe di avakirin û pêşxistina pergala xweseriya demokratîk de bikar anî ye."

'Çareseriya guncaw pergala Netewa Demorkatîk e'

Gulîxan Tahir di 13’e saliya şoreşê de kirîza Sûriyê ku 14 sal in didome bibîr xist û wiha çareseriya wê anî ziman: "Çaresariya herî guncaw ji krîza Sûriyê pergaleke demokratîk e. Eger krîza Sûriyê bi projeya Netewa Demokratîk hat çaeserkirin, dê Sûriyê ji hemû krîzên Rojhilata Navîn re bibe mifteya çareseriya gelek krîz û pirsgirêkên aloz. Giştî gelê Sûriyê dikarin xwe di nav pergala Netewa Demokratîk de bibînin û xwedî li vê şoreşê derkevin, ji ber şoreşa Rojava şoreşa gel e û gel pêwîste wê biparêze."

'Ji serkeftinên 19’ê Tîrmehê hevpeymana civakî a jinan e'

Semah El-Ebadî jî şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha pêl da gotina xwe: "Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa jinê ye, bi şoreşê re jinan rastiya xwe ya ku li paş perdeyê û di bin navê olê de veşartin û azadiya wê sînordar dikirin, naskir. Dewleta Tirk hewl da û hîn jî hewl dide ku pergala Rêveberiya Xweser û projeya Netewa Demorkatîk bi êrîşên xwe têk bibe. Lê îro jinên Ereb jî bûn xwedî kesayetên rêvebir û di cihên çêkirina biryaran de cih digrin. Ji lewra ji serkeftinên dawî yên şoreşê ew e ku îro jin amadekariyê nivîsandina hevpeymana civakî a jinan dikin. Bi vê boneyê jî em bang li jinan dikin ku li dora şoreşê bibin xelek û destkeftiyên xwe biparêzin."

Şahî bi gerandina govendê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.