Pêkhateyên Şoreşa Jinan: Em ê xwedî li şoreşa xwe derkevin

Jinên ji pêkhateyên cuda Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê pîroz kirin û destnîşan kirin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstema demokratîk û hevbeş ava bû, bal kişandin êrişên dewleta Tirk û gotin: “Em ê xwedî li şoreşa xwe derkevin.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Şoreşa Jinan a ku di 19’ê Tîrmeha  2012’an de li bajarê Kobanê dest pê kir û li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû, ne tenê guhertineke dîrokî ji bo qedera gelê Kurd bi tenê bû, belê ji bo hemû pêkhateyan bû riya rizgariyê.

Wek tê zanîn herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pirrengî û çandên xwe yên dewlemend ji gelek herêm û welatan cuda ye. Ji destpêka şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê û vir ve, Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di warê pirrengiya çandî û têkoşîna li dijî nijadperestiyê de ji cîhanê re bûye mînakek. Têkildarî vê mijarê, me hevdîtin bi hin pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re çêkir.

‘Me bi ramanên Rêber Apo dest pê kir’

Hunermend û Hevseroka Tevgera Çand û Huner Demokrat a Mezopotamya Tev-Çand a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûmeye Mihemed Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Bi hêz û felsefeya wî em îro li ser piya ne. Jinên ku li ser piya mabûn; jinên kurd bûn, hê jî ew hêza jinên pêkhateyên din wek Ereb, Suryan, Aşûr, Çerkes û Tirkmen tune bû. Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re êdî  hemû jinan di nav de cih girt. Bêguman şoreşa Rojava ya jinê bû.”

Sumeya Mihemed anî ziman ku wan gelek têkoşîn kir ji bo pêkhateyan bînin gel hev û wiha dewam kir: “Taybet di milê çand û hunerê de me gelek zehmetî kişand heta ku me hemû pêkhate anîn gel hev, me her xwe Kurd bi tenê didît, her me digot gereke ev şoreş berfireh bibe. Bi saya şehîdan taybet şehîdên jin em gihan vê rojê ku em jiyaneke hevbeş ava bikin. Jinên ku berê nikarîbûn nêrînên xwe bi rehetî bînin ziman aniha bûne rêveber, nivîskar, hunermend û şanoger.”

‘Em ê li ser piya bin û xwedî li şoreşa xwe derkevin’

Sumeye Mihemed bal kişand li ser êrîşên Tirkiye yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo têkbirina Şoreşa Jinan û wiha bi dawî kir: “Wek tê zanîn dewleta Tirk a dagirker ji bo têkbirina vê şoreşê rojane êrîş dike û welatê me dagir dike. Tevî êrîşan jî em ê her dem li ser piya bin û xwedî li hemû jinan derkevin, ji ber ku ev erkê me ye. Û em bangewaziya tevahî jinên Kurdistanê dikin ku xwedî li mafên xwe derkevin.”

‘Çandên herêma me dewlemend in’

Rêvebera Navenda Çandê ya Navçeya Til Hemîs a Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Muna Xilêwî ku Ereb e dibêje Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek destkeftî pêşkêşî jinan kir û wiha pê de diçe: “Şoreşê derfet da jinan ku beşdarî qada siyasî, çandî, aborî, perwerde û hwd. Di heman demê de derfet da ku jin daxwaz û parastina mafên xwe bike. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zengîn e bi çandên heyî. Her pêkhateyek ji aliyê xwe de hewl dide ku çanda xwe zindî bike. Bêguman ev yek bi çalakiyan pêk tê ji hunerê, dîlanê, stranên gelêrî, muzîkê û heta bi rêya wêjeyê jî.

Têkoşîna li dijî nijadperestiyê

Gelek guhertinên erênî çêbûn. Taybet em bên li ser têkoşîna li hember nijadperestiyê. Berî şoreşa 19’ê Tîrmehê bi rastî jî nijadî hebû, lê di roja îro de wekheviyek heye, him di navbera pêkhateyan de û him jî di navbera herdu zayendan de. Em hezdikin ku bi zimanê pêkhateyên din jî biaxivin, em çanda wan nasbikin.”

Pêşengiya jinan

Hevseroka Ciwanan a Meclisa Ermenî ya Civakî Mêgrî Serkîs ji bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku berî şoreşê jinan nikarîbû xwe biparêze Ji ber ku têra xwe azadiya van tiştan tune bû, ji bo ku bixebite û bigihîje xeyalên xwe û wiha dewam kir: “Mafê jinan a berdewamkirina xwendinê ne bi biryar û xwesteka wê bû, nikarîbûn biaxivin û nêrîna girêdayî jiyan û peşeroja xwe bîne ziman. Niha jin bûye pêşenga civakê, ji ber ku ev şoreş a wê ye, bi pêşengiya jinan e.”

‘Em bêtir hevdû nas dikin’

Mêrgî Sarkîs da zanîn ku ji ber siyasetên zordar ên berê, haya wan ji cihêrengiya mezin a li derdora xwe tunebûn û got: “Me çand û olên din ên ku li gel me di heman erdnîgariyê de dijîn, nas nedikir. Piştî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat avakirin, di navbera olan de bêtir rêz hat girtin. Berê cîran silav li cîranê xwe yê ji ol û mezhebên cuda nedikir. Aniha gelek pêşketin heye, êdî ya bingeh ji me re jiyana hevbeş e, em bi hev re dixebitin û rêzê ji hev re digrin. Balkêş e ku em bêtir hevdu nasdikin, çand, dîrok, netew û mafên hemû pêkhateyan nasdikin.”