Partiya Çepa Kesk serlêdana Tulay Hatîmogularî pêşkêşî meclisê kir

Partiya Çepa Kesk serlêdana parlamentera Edeneyê ya ji bo Serokatiya Meclisê pêşkeşî Sekreteriya Giştî ya Meclisê kirin.

Enqere- Partiya Çep a Kesk serlêdana parlamentera Edeneyê Tulay Hatîmogullari ya ji bo serokatiya meclisê pêşkeşî Sekreteriya Giştî ya Meclisê kir.

Serlêdan ji aliyê Mehmet Ruştu Tîryakî û Gulistan Kiliç Koçyîgît ve hat kirin. Piştî serlêdanê Mehmet Ruştu Tiryakî axivî û got: “Mixabin li meclisê ji bo Serokatiya Meclisê jî mutabaqatek tune ye.”  Destnîşan kir ku tu tifaqan di mijara namzediyê de bi partiyên din ên siyasî re hewcehî bi hevdîtinan nedîtiye û wiha domand: “Bêguman dibe ku tevahiya partiyên siyasî li hev nekin lê ger di roja vekirina meclisê de jî hewldaneke wiha tune be, ev yek dike ku ji bo pêşerojê em bi hêvî jî nebin. Ji bo ku namzeda me dengekî zêde bigre, em ê ji sibe ve dest bi xebatan bikin.”