Navenda Nûçeyan – Parêzer, femînîst û çalakvana mafên jinan Shima Ghoshe li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ji aliyê Şaxa 1088’an a Dadgeha Cezayê Giran a Erşad a Tehranê ve bo dadgehê hatiye gazîkirin. Shima Ghoshe, anî ziman ku ew bi îdiaya "bê hîcab li kolanan û li cihên giştî bûye" tê sûcdarkirin, diyar kir ku divê di nava 6 rojan de îfade bide.
Shima Ghohse li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: "Li ser gilîkirina Dadgeha Ewlekariya Exlaqî ji bo îfadedayînê gazî min kirin! Hîn jî nizanim li hemberî min çi delîl hene ku min ewlehiya exlaqî têk biriye û divê were arastekirin?"




