NY: Rojnamevanên li Xeza û Lubnanê bi xeteriyê re rû bi rû ne
Bi boneya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî, Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî li ser zêdebûna metirsiyên ku rojnamevanên li herêmên şer pê re rû bi rû dimînin hişyarî da.
Navenda Nûçeyan – Rojnamevanên li deverên şer û pevçûnan bi xetereyên zêde yên jiyana xwe re rûbirû dimînin. Ev xeterî heman demê de li ser ragihandina rastiya jî digre. Li seranserê cîhanê jiyan û ewlehiya rojnamevanan dibin xeteriyê de ye.
Nêzî 300 rojnamevan hatine kuştin
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî duh bi boneya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand û îdia kir ku Xeza ji bo rojnamevanan bûye "dehfika mirinê" û destnîşan kir ku ji Cotmeha 2023’an vir ve nêzî 300 rojnamevan hatine kuştin.
Xebatê rojnamevaniyê xeternaktir dibe
Komîserê tekez kir ku çapemeniya azad “oksîjena civakên vekirî” ye û destnîşan kir ku karê rojnamevaniyê her ku diçe xeternaktir dibe. Taybetî li deverên şer ku rojnamevanên herêmî pir caran di pozîsyona herî baş de ne ku rastiyê li ser erdê ragihînin. Wî bang li dewletan kir ku li ser binpêkirinên li dijî rojnamevanan lêkolîn bikin û ji berpirsiyaran hesab bixwazin.
Tevî agirbestê 830 kesan jiyana xwe ji dest dane
Tevî peymana agirbestê ku ji 10’ê Cotmeha 2025’an vir ve di meriyetê de ye, binpêkirinên Îsraîlê dibin sedema qurbaniyan. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku ev binpêkirin bûne sedema mirina 830 kesan û birîndarbûna du hezar 345 kesên din.
Agirbest piştî du salan operasyonên leşkerî yên ku di sala 2023’an de dest pê kirin û bûn sedema zêdetirî 72 hezar kuştin û 172 hezar birîndaran, ji bilî wêrankirina berfireh. Ev wêrankirin jî piranîn li ser binesaziya sivîlan pêkhatiye.
Rojnamevan li Lubnanê jî bi xeteriyan re dijîn
Di çarçoveyek têkildar de, Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa çapemeniyê ya li Lubnanê axivî û destnîşan kir ku heta sala 2026’an ew bûye yek ji welatên herî xeternak ji bo xebatkarên medyayê.
Ev yek bi agirbestek 10 rojî re hevdem bû ku di 17’ê Nîsanê de di navbera Hizbullah û Îsraîlê de dest pê kir ku paşê heta 17’ê Gulanê hate dirêjkirin. Lê binpêkirinên rojane berdewam dikin, bûn sedema qurbaniyan û wêrankirina malên sivîlan li gundên başûr.