Navenda Nûçeyan- Serokê Saziya Penaberên Fîlîstînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) Philippe Lazzarinî li Qudusê civîneke çapemeniyê li dar xist û wiha got: "Dema ku em diaxivin, li Xezayê mirov dimrin, ne tenê bi bombe û êrîşan her wiha ji ber dorpêça li ser Xezayê wê gelek mirov di demeke nêz de bimrin."
Philipe Lazzarinî wiha got: "Xizmetên bingehîn têk diçin, derman namînin, xurek û av namînin."
57 xebatkarên UNWRA’yê jiyana xwe ji dest dan
Ji destpêkirina şer û vir ve 57 xebatkarên ajansa penaberên Fîlîstînî ya Neteweyên Yekbûyî jiyana xwe ji dest dan.
Philipe Lazzarinî, diyar kir ku li Zîvala Xezayê pêwîstî bi alîkariya 'girîng û daîmî' ya lezgîn heye.




