Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên ku ji aliyê medyayên mafên mirovan ve hatine belavkirin, Necme Sadat Bunyan, nişteciha bajarê Dezfûlê, duh, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û birin girtîgeha Sîpidar a Ehwazê.
Li gorî vê raporê, Necme Sadat Bunyan di pêwendiyeke telefonî de li gel xizmên xwe, diyar kir ku ew veguhestine girtîgeha Sîpidarê da û ew bi “bêrûmetiya li nirxên pîroz” hatiye tawanbarkirin.
Heta niha hûrgiliyên zêdetir der barê saziya binçavker û şêwaza lêkolîna dosyeya vê welatiya Dezfûlî de nehatine belavkirin. Di raporên hatine belavkirin de, Necme Sadat Bunyan weke werzişvareke çalak di warê binavbûnê de tê naskirin, hatiye diyar kirin.




