Sernavê Kovara Jin: Di jiyana rojane de serdestî û lêgerîna civakek demokratîk

Hejmara 180’emîn a Kovara Jin bi sernavê “Di Jiyana Rojane de Serdestî û Lêgerîna Civakek Demokratîk” derket. Hejmara nû li ser bandorên polîtîkayên şerê taybet ên li ser civakê disekine.

Navenda Nûçeyan – Kovara Jin bi hejmara xwe ya 180’emîn derket pêşberî xwendevanên xwe û di vê hejmarê de balê dikişîne ser bandorên piralî yên polîtîkayên şerê taybet ên li ser civakê.

Kovara ku bi naverokek dewlemend derketiye, mijarên girîng ên wekî bandorên şerê taybet ên li ser jiyana rojane, perwerdê, wêrankirina ekolojîk û tundiya li dijî bedena jinan bi hûrgilî vedikole. Di nava naveroka vê hejmarê de bi tevî analîzên li ser polîtîkayên şer hewldanên jin, karker û civakê yên ji bo avakirina jiyaneke demokratîk û xwedîderketina li mafan jî, cih digirin.

Hemû naverokên di hejmara nû de wiha ne:

“*Şerê ku bi rêya bedenên jinan tê meşandin: Tundiya Zayendî, Bîr, Hevgirtin û Avakirin/ Sûmeyye Boz

*Wêrankirin ji Xwezayê Ber bi Civakê Ve Belav Dibe / Derya Akyol

*Avakirina Civakeke Demokratîk li Hember Polîtîkayên Şerê Taybet / Sevcan Kadîroglu

*Dibistanên Îmam Hatîp, Mufredat û Perwerda Neteweyî-Olî: Ji "Xwendekarê Maqûl" bigre heya "Jina Maqûl" / Funda Demîr Bozkurt.”

*Kedkarên Perwerdê, Paşeroj û Mafên Xwe Diparêzin / Sîmge Yardim