Narges Mohammadi ya girtî ji bo destûra tibî hat şandin
Çalakvana mafên mirovan Narges Mohammadi ya li Îranê girtî ye û di rojên derbasbûyî de ji ber ku ji sedî 75 damarên wê girtî ne pirsgirêka dil pê re çêbû wê rakirin nexweşxaneyê, şandin destûra tibî.

Navenda Nûçeyan- Narges Mohammadî ya weke rojnamevana hemwelatî kar dikir her wiha parazvana mafên mirovan û çalakvana jin e, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ji Girtîgeha Karçakê ya lê dimîne, bi destûra tibî hat derxistin. Hat destnîşankirin ku damarên Narges Mohammadî ya ji sedî 75 girtî ye, dilê wê gihîştiye qonaxa sekinandinê. Hevjînê wê Taghî Rahmanî li ser hesabê xwe yê medayayê da xuyakirin ku hevjîna wê Narges Mohammadi bi awayekê awarte girtine emeliyate.
Çalakvan Narges Mohammadî ji ber xebatên xwe, der barê wê de biryara girtinê hatibû dayîn. Li dadgeha ku 5 deqayan berdewam kir de cezaya 8 sal û 70 şelaqan jê re hatibû dayîn. Parazvanên mafên mirovan kampanyaya ‘Ji Narges re bibe deng’ dabûn destpêkirin û destnîşan kiribûn ku ew ê bêhiqûqiyên li hemberî çalakvanan tên pêkanîn qebûl nekin.