MSF’ê ji bo tehliyekirina nexweş û birîndarên li Xezayê bang kir

Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF), bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo vekirina riya tehliyeya bi hezaran nexweş û birîndarên li Xezayê bi awayekî lez bikeve nava tevgerê û hişyarî da ku qeyrana tenduristiyê xirabtir dibe.

Navenda Nûçeyan- Tehliyeya nexweş û birîndarên li Xezayê, ji ber girtina bendên derbasbûnê û koordînasyona navneteweyî ya nebaş, bi astengiyên cidî re rû bi rû ye. Rêxistinên mirovî, radigihînin ku bi hezaran kes li benda dermankirinê ne û derengketin metirsiya mirinê zêdetir dike.

Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF), îro bang li civaka navneteweyî kir ku bi lez û bez deh hezaran nexweş û birîndarên li Xezayê tehliye bikin. Rêxistinê, ragihand ku ji ber ku demek dirêj li bendê dimînin, hinek nexweş bêyî dermankirinê jiyana xwe ji dest didin û hat destnîşankirin ku hejmara nexweşên heya niha ji aliyê welatan ve hatine qebûlkirin kêm e hejmara rast 3-4- qatî hejmara fermî ye.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), ji destpêka şer ve zêdetirî 8 hezar kes hatine tehliyekirin lê belê hê zêdetirî 16 hezar û 500 kes li derveyî Xezayê li benda dermankirina lezgîn in. Di nava van nexweşan de zarokên bi nexweşiya penceşêrê û yên bi nexweşiyên dil ên zikmakî hene ku hewceyê dermankirinê ne.

Rayedaran, diyar kirin ku piştî girtina Deriyê Sînor ê Refahê di Gulana 2024’an de, tehliyekirinên tibî bi awayekî cidî hêdî bûne hejmara tehliyekirina mehê ji hezar û 500, mehê daketiye 70 û ev yek qeyranê girantir dike.

Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF), destnîşan kir ku divê hikûmet tehliyekirinê mîna "lîsteya kirînê" rexne neke, li ser rewşên herî lezgîn bisekine û hewldanên navneteweyî zêde bike. Kêmbûna berdewam a tehliyekirinan jî bi hezaran nexweşan bi mirinê re rû bi rû dihêle