Li Rojhilat û Îranê 17 jin û 8 zarok hatin qetilkirin, 16 mirinên bi guman

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di mehekî de 17 jin û 8 zarok hatin qetilkirin, 13 jin û 3 zarok bi awayekî guman mirin û 7 jin ji aliyê dewleta Îranê ve hatin darvekirin.

Navenda Nûçeyan – Tundiya li dijî jinan bi şêwazên xwe yên cuda, mîna yek ji pirsgirêkên herî giran ên civaka hemdem tê hesibandin. Di nava van şêwezan de, qetilkirina têkildarî zayendî û xwekuştinên jinan mînakên herî wêranker in. Ev ne tenê ji bo kesan û malbatan encamên wêranker ava dike, di heman demê de bandorê li avahiyên civakî, çandî û heta aborî jî dikin. Lêkolîna van herdu diyardeyan nîşan dide ku newekheviyên zayendiya civakî, zextên çandî û civakî, tundiya navmalî, nebûna parastina qanûnî û mekanîzmayên piştgiriyê yên qels, dibin sedema lawazbûna jinan.

Ajansa me her meh, derbarê cînayet û îdiaya xwekuştina jinan û sedemên wan de raporek îstatîstîkî amade dike. Di çarçoveya vê raporê de, di meha Îlonê de 17 jin û 8 zarok hatin qetilkirin, 13 jin û 3 zarok jî bi awayekî guman mirin û 7 jinên ku bi sucên cûda dihatin darizandin ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin.

Bûyerên hatine jiyîn:

• 23’ê Tebaxê: Li gundê Tabaghde ya girêdayî navçeya Miyandoab a Mazandaranê, Sanambar Faridunî ya 57 salî ji aliyê dizekî ve hat qetilkirin. Her wiha heman rojê bijîşk û nivîskarek ji Dezfulê Îlham Celdî, bi awayekî guman mir.

• 24’ê Tebaxê: Sara Peshbin a asîsta Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Îsfahanê, bi awayekî guman mir.

• 25’ê Tebaxê: Jineke 41 salî ya bi navê Vejîhe li ser rêya Heft Hoz a Meşhedê, ji ber sedemên malbatî ji aliyê hevjinê xwe ve hate qetilkirin. Her wiha jinek navsere ya li bakurê Tehranê dijî, ji aliyê kesekî nenas ve hat qetilkirin.

• 26’ê Tebaxê: Melîhe Heqî ya 34 salî ya ji Tebrîzê li Girtîgeha Navendî ya Tebrîzê hat darvekirin.

• 27’ê Tebaxê: Xwendekara doktoraya Beşa Plazmayê ya Zanîngeha Şehîd Beheştî Zeyneb Kerîmzade, di yûrda xwendekaran de bi awayekî guman mir. Her wiha heman rojê, Mîtra Yasemenî ya ji Îlamê, ji sûcê tiryakê li Girtîgeha Navendî ya Şîrazê hat darvekirin.

• 28’ê Tebaxê: Li nêzîkî navçeya Îzeyê cenazeyê jinek hat dîtin. Hat diyarkirin ku ev jin ji aliyê sê mêran ve bi armanca diziyê hatiye qetilkirin. Her wiha Banû Muqedem a 59 salî, ji sûcê cînayetê li Girtîgeha Ebhar a Zencanê hat darvekirin.

• 30’ê Tebaxê: Li gundek girêdayî Nuşehrê jina ciwan a bi navê Samiya Derwîşniya, ji aliyê ajokarekî nenas ve bi zanebûn hat qetilkirin.

• 1’ê Îlonê: Jinekî 54 salî ya li Tehranê dijî, xwe avêt ser rêya hesinî ya îstasyona metroyê ya Îmam Xumeynî û mir. Her wiha Soraya El-Mohammadî ya 35 salî ya ji Seqizê, rastî îşkenceya hevjinê xwe hat. Soraya, piştî îşkenceyê hat şewitandin. Heman rojê, li Meragayê mêrêkî 41 salî bi binceta “namûsê” hevjina xwe Samiya Kiyomerthî ya 38 salî, zarokên xwe yên keç ên bi navê Sanaz û Maral Dowletxwahî yên 17 û 9 salî bi awayekî hovanê qetil kir. Heman rojê, Guhar Taherî Eqdêm a 52 salî, li Girtîgeha Navendî ya Zencanê hat darvekirin.

• Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, di navbera 3 û 16’ê Îlonê de, ji Sinê Ehliye Rûhî û ji Kirmaşanê Arîna Rehmanî, bi awayekî guman Mirn.

• 3’ê Îlonê: Li gundê Lahîcan ê Pîranşarê jina ciwan Sara Berqiyanî ji awayekî guman mir.

• 4’ê Îlonê: Li gundekî navçeya Serab 1 jê jin û 3 jê zarok 6 kes ji heman malbatê, ji aliyê du pismamên xwe ve bi hinceta "pirsgirêkên malbatî" hatin qetilkirin. Her wiha li Lengerudê mêrekî bi awayekî hovanê keça xwe ya 6 salî qetil kir.

• 6’ê Îlonê: Xwendekarek ciwan ê Zanîngeha Erdebîlê, bi awayekî guman mir. Her wiha Fateme R. ya 16 salî ya li navçeya Shadganê dijî, ji aliyê mamê xwe ve bi hinceta "namûsê" hat qetilkirin. Cenazeyê wê di depoyeke çopê ya bajêr de hat dîtin.

• 7’ê Îlonê: Pispora nexweşiyên hundir a li Nexweşxaneya Serawan Îranmehr Akrem Şîrî, bi awayekî guman mir.

• 9’ê Îlonê: Li Meşhedê jinek 40 salî, ji aliyê hevjinê xwe ve bi awayekî hovanê hat qetilkirin.

• 10’ê Îlonê: Li navçeya Kohdeşt a Loristanê jinek ciwan a bi navê Setîn Emreyî, mir. Her wiha cenazeyê jina bi navê Humeyra Fazelmenş a ji Şîrazê ya hatibû windakirin, piştî 5o rojan li zeviyên derdora bajêr hate dîtin. Jin ji aliyê hevjinê xwe hate qetilkirin. Heman rojê, hemwelatiya Efganî Hedîqe Abadî ya li Kerecê dijî, bi sûcdariya tiryakê li Girtîgeha Navendî ya Qezwînê hat darvekirin û Negar Yegane ya 19 salî ya bi eslê xwe ji Pîranşarê ye û li Tehranê dijî, ji aliyê du mêrên ku hewl dan telefona wê ya desta bidizin ve hate qetilkirin.

• 11’ê Îlonê: Cenazeyê jineke ciwan a li Meşhedê dijî, di garajek vîllayê de hat dîtin.

• 12’ê Îlonê: Jineke ciwan birîndar bû û mir.

• 13’ê Îlonê: Li navçeya Shadgan a Huzistanê jinek ciwan, ji ber sedemên nediyar ji aliyê pismamê xwe ve hat qetilkirin. Her wiha mamoste Zeyneb Bahramî digel ku ezmûna mamostetiyê qezenc kir, piştî ku Wezareta Perwerdehiya Neteweyî karkirina wê redkir, xwe kuşt.

• 14’ê Îlonê: Jina ciwan Wida Sultanî ya li Sinê dijî, bi awayekî guman mir.

• 15’ê Îlonê: Jina ciwan Tîna Moradi ya ji bajarê Xurramabadê ya Luristanê ye, bi awayekî guman mir.

16’ê Îlonê: Zehra Fetûhî ya 52 salî ya ji Tebrîzê, bi sûcdariya cînayetê li Girtîgeha Navendî ya Tebrîzê hat darvekirin û jinek nasnameya wê nediyar, bi sûcdariya cînayetê li Girtîgeha Sabzewarê hat darvekirin.

• 19’ê Îlonê: Dilniya Îbrahîmî ya ji Serdeştê, ji ber sedemên nediyar ji aliyê hevjinê xwe ve hat qetilkirin.

• 20’ê Îlonê: Li gundek girêdayî navçeya Rudbar Junub a Kermanê, yek jê jin û yek jê zarokê 8 salî malbatek ku ji 5 kesan pêk tê, ji aliyê xizmek xwe ve bi hinceta "pirsgirêkên malbatê" hatin qetilkirin.

• 21’ê Îlonê: Jina ciwan Hestî Şahwîsî ya ji gundê Dîwandere yê Raşîdabadê, ji ber sedema zexta malbata xwe ya zewaca bi darê zorê, xwe kuşt. Her wiha li gundê Çenarşehr a navçeya Nîaser a Îsfahanê, cenazeyê jinek 50 salî ya nasnameya wê ne diyar, di nava rezên gund de hat dîtin.

Hinek bûyerên di meha Tebaxê de hatin jîyîn lê di meha Îlonê de hatin hînbûn:

Li gorî rapora ajansa me ya meha Tebaxê, 27 jin û 9 zarok hatin qetilkirin, 13 jin bi guman mirin û 4 jin ji ber sûcên kuştin û tiryakê yên berê hatine mehkûmkirin, hatine darvekirin. Li gorî daneyên nû hatine weşandin:

• 2’yê Tebaxê: Li Kirmaşanê Dr. Mehtap Cemşîdîra ya asîstana pediatrî û 9 meh ducanî bû, bi awayekî guman mir.

• 9’ê Tebaxê: Jina ciwan Sara Kemalî ya ji Mahabadê, bi awayekî guman mir.

• 18’ê Tebaxê: Jina ciwan Şeqayiq (Terane) Elîxanî ya ji gundê Deh-Mensur a Mahabadê, bi awayekî guman mir.

Divê bê diyarkirin ku, gelek bûyerên cînayetê qet nayên vegotin; ji ber zextên siyasî û çandî, bidestxistina daneyên rast ne pêkan e. Hejmarên hatine pêşkêşkirin, tenê bûyerên hatine ragihandin dihewîne.