Ji sazî û rêxistinên jinên Êzidî daxuyaniya hevbeş
TAJÊ, Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî ya Ewropayê, Yekîtiya Jinên Êzidî, rêxistina jinên Êzidî yên li Rûsya û Ermenistanê der barê Peymana 9’ê Cotmehê, biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê û rewşa dawî de daxuyaniyek hevbeş dan.

Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî ya Ewropayê, Yekîtiya Jinên Êzidî, rêxistina jinên Êzidî yên li Rûsya û Ermenistanê der barê Peymana 9’ê Cotmehê, biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, zêdebûna liv û tevgera artêşa Iraqê ya li navenda Şengalê û planên qirêj ên li ser civaka Êzidî de daxuyaniyeke hevbeş dan.
Di daxuyaniya hevbeş de Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an û planên qirêj ên li ser Şengalê hatin bibîrxistin û ev tişt hat gotin: “Civaka Êzidî bi ol, bawerî û çanda xwe, yek ji civakên herî kevnar e li Mezopomyayê. Em civakek aştîxwaz in, bi hezaran salan pîvana me ya jiyanê li ser esasê wekhevî bûye. Di dîrokê de bi zihniyeta baviksalarî 74 caran civaka me ya Êzidî rastî fermanan hatiye. Hemû fermanên ku hatine jiyîn bi armanca qirkirina civaka Êzidî pêk hatine. Civaka Êzidî di encama van fermanan de li tevahî cîhanê belav bû. Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li ber çavên cîhanê li Şengal pêk hat. Di encamê de bi hezaran kes hatin kuştin, bi hezaran keçên ciwan, jin, zarok dîl ketin destên DAIŞ’ê. Bi dehan gorên komî li Şengalê hene û heya roja îro gorên komî yên nû tên dîtin. Bi sedhezaran bi zorê ji cih û warên xwe koçber bûn. Bi taybetî jî koçberî başûrê Kurdistanê bûn. Wezareta Koç û Koçberan di 20’ê Tebaxê de biryar girt ku heya serê salê ger koçber venegerin cihê xwe wê ji statuya koçberan derkevin û bibin nîştecihên cihê lê koçber bûne û dosyaya koçberan dê were girtin. Em dixwazin bi bîr bixin, xala 140 a bi nakok Şengalê jî digre nava xwe. Di navbera hûkmeta Iraqê û herêma Kurdistanê de di sala 2007’an de xwestin referandûm pêk bînin lê nekaribûn û heya roja îro nehatiye çareserkirin. Her wiha hevpeymana 9’ê Cotmehê ku girêdayî xala 140 e nikaribûn pêk bînin. Ev biryara siyasî ya Wezareta Koç û Koçberan ji xala 140 û hevpeymana 9’ê Cotmehê ne cuda ye. Çawa em xala 140 û hevpeymana 9’ê Cotmehê rast nabînin, em biryara Wezareta Koç û Koçberan jî rast nabînin û gelek metirsîdar dibînin. Ev biryareke guhertina demografiyê ye.”
Efûkirina çeteyan û liv û tevgera artêşa Iraqê
Sazî û dezgehên jinên Êzidî di daxuyaniya hevbeş de destnîşan kirin ku bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê di encama biryara efûya giştî ya hikûmeta Iraqê de serbest hatine berdan û ev nirxandin kirin: “Li şûna ku hûkmeta Iraqê çeteyên DAIŞ’ê dadgeh bike serbest berdide. Hikûmeta Iraqê ji ber nikaribû bi zora çekê tam bigihîje armanca xwe vê carê bi bêdengî û bi zêdekirina hejmara hêzên xwe yên leşkerî yên weke artêş, milîs û polîs zêde kir. Li Şengalê derdora 11 hezar leşker, polîs, komên çekdar ên bi ser Heşdî El Şahbî û PDK’ê hene. Her ku diçe hejmara firqe, lîwa û focên leşkerî zêde dibe, li nava gundan û derdora wê tên zêdekirin. Bi hezaran wesayîdên leşkerî çek û cebilxane li baregehên leşkerî yên Şengalê hatine bicihkirin. Her diçe artêşa Iraqê û hêzên çekdar erdên çandiniyê cihên kar ê sivîlan dagir dikin û dixin bin xizmeta hêzên xwe. Li serê her kolanek, taxek, li ser cadeyên giştî wesayîdên leşkerî hene û bi çekên giran hatine barkirin, di nava gel de digerin. Li ber her xwaringehek, kafe, market, nexweşxane û cihên kar, bi dehan kesên çekdar hene. Bê serûber bi awayekî kêfî tevdigerin. Her wiha artêş li ser bendên kontrolê gelek caran nasnameyên sivîlan ên jinan jî di nav de dipirse. Gelo erka artêşê xwe di nav sivîlan de bi cih kirine yan parastina sînoran e? Li gorî peymanên navneteweyî divê artêş li ser sînoran be, ne di nava sivîlan de. Ev rewşa ku Şengalê xistine wargeha leşkerî û jiyana sivîlan xistine tengaviyê nayê qebûlkirin. Li tu cihekî Iraqê ewqas hêzên çekdar, di nava sivîlan de tunene.”
Bang û daxwaza rêxistinên jinên Êzidî
Di daxuyaniya hevbeş de hat destnîşankirin ku weke jinên Êzidî siyaseta ku ne di berjewendiya civakê de be, tu carî qebûl nakin û daxuyanî bi van hevokan bi dawî bû: “Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Siwana Meclîsa Jinên Êzidî (Awropa), Yekîtiya Jinên Êzidî (Rojava), rêxistina jinên Êzidî li Rûsya û Ermenistanê, siyastên ku nakevin berjewendiya civaka me qebûl nakin û didin diyarkirin ku xeteriyên mezin hene. Ger koçber venegerin ser warê xwe rastî êrîşê werin her wiha ger li Şengalê rewşek biqewime berpirsyariya wê di serî de hikûmeta Iraqê ye. Lewre pêwist e hikûmeta Iraqê siyaseta xwe li hemberî civaka Êzidî li Şengal û li başûrê Kurdistanê di ber çavan re derbas bike. Em jinên Êzidî li ku dibin bila bibin helwesta me yek e û em ê têkoşîna xwe cîhanî bikin. Em alîgirên aştiyê ne em naxwazin careke din travmayên nû bên jiyîn. Lewre ji bo ev rewş bê çareserkirin, em ê bi her awayî têkoşîna xwe bihêztir bikin.
Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî, Yekîtiya Jinên Êzidî, rêxistina jinên Êzidî li Rûsya û Ermenistanê van bangan dikin:
*Divê hikmeta Iraqê biryara Wezarate Koç û Koçberan a 20’ê Tebaxê betal bike û derfeta vegera koçberan, ji bo malê wan bên çêkirin û derfetên kar ji wan re ava bike.
*Divê Artêşa Iraqê û çekên giran ji navenda Şengalê û gundewarên wê ji nava cihên sivîlan bên derxistin.
*Em bang li civaka navneteweyî, mafên mirovan, sazî, rêxistinê jinan, UN û her wiha welatên ku jenosîd nas kirine dikin ku erk û berpirsyariyên xwe yên mirovî pêk bînin û destwerdana vê rewşê bikin.