MED TUHAD-FED’ê Kongreya xwe li dar xist

Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MEDê (MED TUHAD-FED), Kongreya xwe ya Asayî ya 4’emîn li eywaneke dawetê ya li navçeya Peyasê ya Amedê li dar xist.

Navenda Nûçeyan – MED TUHAD-FED kongreya xwe ya asayî ya 4’ê min li dar xist. Di kongreyê de Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Uçar, siyasetmedar Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş ku li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re mabûn, Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyigit Mehmet Kamaç, parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, Dayîkên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û gelek kes amade bûn.

Kongre piştî rêzgirtinê sînevizyona ku hatibû amadekirin hate nîşandan û girseyê bê navber dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” berz kir.

‘Civakeke rêxistinkirî, zana, xwedî îrade, azad û komunal ’

Girtiyên siyasî ji kongreyê re peyamek şandin. Peyam di kongrê de ji hêla endamê dîwanê Aydin Dînler ve hate xwandin. Di peyamê de wiha tê gotin: “Amûra netewe-dewletê ku sêpêya bixwîn a modernîteya kapîtalîst e, xaka Anatoliya û Mezopotamyayê veguherand goristana gelan.

Bi destê vê amûrê ku çeka lêder a pergalê ye, li Rojhilata Navîn bi dehan ziman û çand wekî kulîlkan hatin çilmisandin û rastî qirkirinê hatin. Ev ziman, çand û ev deryaya baweriyan a ku adeta mîna muzeyên vekirî li holê disekinin, niha di arîfeya wan rojan de ne ku dê li ser kokên xwe yên resen ji nû ve şîn bibin. Her yek ji wan, wekî rengên azad ên baxçeyê neteweya demokratîk, dê bi aştî û civaka demokratîk re ji nû ve şîn bibin. Hêza ku dê van hemûyan ji nû ve rake ser pêyan û şîn bike; civakeke rêxistinkirî, zana, xwedî îrade, azad û komunal e.

Civak tenê bi vê yekê dikare heyî be. Li derveyî vê yekê, civak nikare hebûna xwe biafirîne. Em ji dil bawer in ku ev kongreya ku berhema îradeya bi hezaran mirovên rêxistinkirî ye, dê hêz û enerjiyeke mezin bide pêngava aştî û civaka demokratîk. Bi kelecana wê roja ku em ê bi Rêbertiya Azad re di avakirina civaka demokratîk de bigihin hev, em we hemûyan bi rêz û hezkirin silav dikin.”

‘Birêz Ocalan bi têkoşîna xwe dîroka sed salî berovajî kiriye’

Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar di kongreyê de axivî û bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Gelekî ku di welatekî de tê înkarkirin, berpirsyariya herî mezin a avakirina demokrasiyê ya li wî welatî digire ser milê xwe. Bi zimanê xwe yê ku tê înkarkirin, li ser zemîna siyaseta demokratîk, soza avakirina jiyaneke bi rûmet dide kesên ku li ser vê xakê dijîn. Xwezaya vê pêvajoyê bi xwe, têkoşîna gelê Kurd, têkoşîna Rêberê Kurd û têkoşîna parastin û zindîkirina hemû nirxên gelê Kurd e. Gelê Kurd û Birêz Ocalan, hem bi têgehên xwe hem jî bi têkoşîna xwe, dîroka sed salî berovajî kiriye. Tişta ku di dîroka sed salî de wekî ‘nabe’ dihate dîtin, ji nû ve ji Rojhilata Navîn û cîhanê re vegot. Li her derê pêvajoya aştî û civaka demokratîk tê nîqaşkirin, lê li Tirkiyeyê nayê nîqaşkirin. Heya ku dewlet çavên xwe digire û lal dibe, pêşvebirina vê pêvajoyê ji me re dimîne. Dema ku ev pêvajo dihate ragihandin, kesên ku Rêber Abdullah Ocalan herî zêde pê bawer bû hûn in, em in. Ji ber ku we her yekî têkoşîna 50 salî li ser milên xwe hilgirt. Hinek ji we li ber girtîgehan, hinek di girtîgehan de, hinek jî di siyaseta demokratîk de. We hêviya xwe winda nekir. Yek ji cihên sereke ku we hêviya xwe lê winda nekir, têkoşîna di girtîgehan de bû.”

‘Ev gel heta îro ji riya xwe venegeriya ye’

Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser zext û îşkenceyên ku di rojên dawî de li girtîgehan pêk tên û bi bîr xist ku di saleke dawî de 818 girtiyan ji ber sedemên cuda jiyana xwe ji dest dane. Çîgdem Kiliçgun Ûçar axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê li ber girtîgehan bin, em ê bi hemû hevalên xwe yên di girtîgehan de re di nava hevgirtinê de bin. Kêliya ku statuya Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan were naskirin, wê kilîtên hemû girtîgehan werin vekirin. Pêvajoya ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin, tenê pêwîstî bi keda me ya zêdetir heye. Ev gelê ku heta îro ji riya xwe vengeriyaye, dê bêyî ku riya xwe dirêj bike bigihe aştiyê. Dê bi kilîta Îmraliyê deriyê aştiyê veke.”

Piştî axaftinan raporên xebat û maliyê hatin xwendin. Dû re di hilbijartinê de Kerem Canpolat û Pinar Sakik Tekîn careke din wekî hevserokên MED TUHAD-FEDê hatin hilbijartin.