"Bila xwendekar û mamosteyên girtî demildest bên berdan"
Sendîkaya Mamostayên Îranê, êrîşên hêzên ewlehiyê yên ser dibistanan şermezar kir û xwestin demil dest xwendekar û hevpîşeyên wan yên hatine girtîn bên berndan.
Navenda Nûçeyan – Sendîkaya Mamostayên Îranê daxuyaniyekî ku êrişên hêzên ewlehiyê yên ser dibistanan, girtina xwendekaran, şandina leşkeran li qadên perwerdeyê û veguhertina dibistanan ya qadên garnîzonan şermezar dike weşand. Her wiha sendîka xwest xwendekar û mamosteyên hatine girtîn demildest bên berdan.
Wezaret ji rêzê dike
Di daxuyaniy ku hat ragihandin ew bi nûçeyên ku tê gotin xwendekar hatine kuştin, girtin, polîs û hêzên ewlehiyê ketine nava dibistanan, naxwazin bawer bikin, wiha hat gotin: “ Lê belê piştrastkirin, rewakirin û asayîkirina vê nûçeyê ji aliyê berpirsê herî bilind ê wezaretê ve hêviya me ya dawî jî ji destê me girt.”
“Gelo hûne bi girtîgehan mirovan veguherînin kesên hûn dixwazin?”
Di daxuyaniyê de ji wezaretê hat pirsîn, “Gelo hûn bi vî awayî xwendekaran vediguherînin kesên heqîqet, wêrek, edaletxwaz?” wiha hat gotin: “Hûn bi erkdarên xwe hewl didin nerazîbûnên gelek xwendekaran bitepisînin. Ma hûn vegotinên yekalî û hincetên dubare yên bi salan tiştên ku hûn nikarin bikin ji dibistanan re dişînin? Li şûna ku hûn nepenîtiya dibistan û xwendekaran biparêzin, hûn ketina neqanûnî ya hêzên ewlehiyê ji bo nav dibistanan an jî girtina xwendekaran li ser kolanan mezûr nîşan didin? Ma hûn ê xwendekarê ku hûn nikarin li dibistanan li gorî şewê bikin, niha li girtîgehan bi zextên xwe veguherînin kesên ku hûn dixwazin? We Midûr Beşraf ê ku nexwest dîmenên dibistanê bide hezên ewlehiyê û li ber çavên xwendekaran hat girtin, çawa parast? Gelo hûn ji bo têkilî û teseliya malbatên xemgîn ên xwendekarên hatin qetilkirin çi kîr ?"
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku mamosteyên ku piştgirî dane xwendekarên girtî bên berdan.