Loristan Derwîş: Ragihandin bîra zindî ya civakê ye
Rojnamevan Loristan Derwîş diyar kir ku ragihandin di avakirina hişmendiya civakê, parastina nasname û bîreweriya gelan û belgekirina rastiyên dîrokî de roleke bingehîn dilîze.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Ragihandin hêza ku hişmendiya civakê ava dike, rastiyan ronî dike û bîreweriya gel ji windabûnê diparêze ye. Ew ne tenê veguhêzerekî agahiyan e, her wiha şahidê guherînên civakê, dengê rastiyên ku hatine veşartin, her wiha arşîva zindî ya bûyerên ku dîroka civakê ava dike. Bi rêya ragihandinê, bûyerên îro dibin bîranînên sibê û serpêhatî, têkoşîn û rastiyên civakê ji nifşekê derbasî nifşên din dibin. Ji ber vê yekê, ragihandineke xwedî berpirsiyarî ne tenê agahiyan belav dike, her wiha di avakirina hişmendiyeke azad, bihêzkirina ramanên rexneyî û parastina nasname û bîreweriya civakê de jî roleke bingehîn dilîze.
Di vê çarçoveyê de, Rojnamevan Loristan Derwîş li ser rola ragihandinê ya di avakirina hişmendiyê û girîngiya wê ya di parastina bîreweriya civakê de, her wiha veguhastina rastiyên dîrokî ji nifşekî bo nifşê din, bersiva pirsên me da.
*Ragihandin di avakirina civakeke hişyar û xwedî hişmendiyê de çi bandorê dike?
Bingeha ragihandinê ji civakê tê û bê guman bandora wê, hem di aliyê erênî û hem jî di aliyê neyînî de, li ser civakê heye. Ragihandin wekî desthilata çaremîn tê naskirin, lê di sedsala 21’an de, di pratîkê de, bûye yek ji hêzên sereke yên ku bandorê li civakê dike. Di aliyê erênî de, ragihandin di parastina nirx, hebûn, nasnameya û destkeftiyên civakê de roleke girîng dilîze û dibe dengê civakê.
Ragihandin divê bibe bîra civakê
Rojnamevantî ne karekî hêsan e û rojnamevan di vê rêyê de bi gelek şert û mercan re rû bi rû dimîne. Lê tevî hemû astengiyan, pêwîst e rojnamevan bibe dengê civaka xwe. Dema ku em dibêjin dengê civakê, mebesta me ne tenê veguhastina agahiyane, helbet; tê wê wateyê ku çand, dîrok, nirx û nasnameya civakê were parastin û veguhastin. Ji ber vê yekê, ragihandin divê bibe bîr, bûyer, serpêhatî û guherînên civakê ji bo ku nifşên bê, biparêze. Di vê çarçoveyê de, bi pêşketina ragihandinê di nava Şoreşa Rojava de, me karîbû gelek çand û nirxên civakî ji nêz ve nasbikin.
*Ragihandin çawa dikare hişmendiya civakê bipêş bixe û guhertinên erênî biafirîne?
Li Rojavayê Kurdistanê, em gelek pêkhateyên cuda bi hev re dijîn û her yek ji van pêkhateyan xwedî çand, ziman û kevneşopiyên taybet e. Bi saya ragihandinê, me fersend dît ku em çand û zimanên hev nas bikin, ji hev fêr bibin û têgihîştina xwe ya li ser hev fireh bikin. Ragihandin di nêzîkkirin û hêzkirina têkiliyên di navbera pêkhateyan de û her wiha belavkirina nirxên hevbeş de roleke girîng dilîze. Heta îro, bi saya ragihandinê, gelek kes dixwazin fêrî zimanên hev bibin û çandên hev baştir nas bikin. Ev jî nîşan dide ku ragihandin ne tenê amûrek e ji bo gihandina agahiyan, di heman demê de pireke di navbera civakan de ye ku alîkariya avakirina têgihîştin, hevpejirandin û pêşketina civakê dike.
* Ragihandin çawa dikare bibe bîranîn û dîroka civakê ji nifşekî bigihîne nifşê din?
Bê guman, rojnamevan ne tenê bûyeran belge dike, di heman demê de ji bo dîrokê arşîveke zindî ava dike û rastiya wan ji windabûnê diparêze. Bi saya lêkolîn û xebatên ragihandinê, gelek rastiyên dîrokî yên ku berê ji me re ne diyar bûn, hatin ronîkirin. Dîroka ku me berê nas dikir, pir caran li gorî hişmendî û nêrîna dewletan hatibû nivîsandin, lê îro em dikarin bi nêrîneke cuda li dîroka xwe binêrin û rastiyên ku hatine veşartin nas bikin. Ev jî encama lêkolîn, lêgerîn û têkoşîna dirêj a ji bo gihîştina rastiyê ye.
Parastina dîrokê jî beşek ji têkoşîna ji bo hebûn û nasnameya me ye
Bi têkoşîna Tevgera Azadiyê ya ku nêzî 50 sal in didome, me gelek aliyên dîroka xwe ya veşartî nas kirin û fêm kirin ku parastina dîrokê jî beşek ji têkoşîna ji bo hebûn û nasnameya me ye. Bê guman, ev dîrok dê ji bo nifşên bê bibe mîrateyek girîng, da ku bizanin civaka me di nava çi şert û mercan de jiyaye û ji bo gihîştina destkeftiyên xwe çi feda kiriye.
Rojnamevanên li Rojavayê Kurdistanê di şert û mercên pir dijwar de xebat meşandine
Her rojnamevanek bi nûçeyekê ne tenê agahiyan digihîne gel, lê di heman demê de hişmendiyê jî bipêş dixe, rastiyan eşkere dike û bûyerên demê dike beşek ji bîreweriya civakê. Di vê çarçoveyê de, şerê ku li Rojava hat qewimandin bi saya ragihandinê, tevî hemû şert û mercên zehmet û xetereyan, bi berfirehî hat belgekirin. Rojnamevanên li Rojavayê Kurdistanê di şert û mercên pir dijwar de, bi xetereya jiyana xwe re rû bi rû man, lê ji bo gihandina dengê rastiyê û belgekirina bûyeran berdewam kirin. Gelek caran ew bi zanîna ku dibe ji vê rêyê venegerîn, lê çûn cihê bûyeran da ku rastiyê ji cîhanê re eşkere bikin. Ev yek nîşan dide ku rojnamevantî ne tenê pîşeyek e, her wiha berpirsiyariyek dîrokî ye ku rastiyan diparêze û dengê civakê dighîne nifşên niha û yên bê.
*Jinên rojnamevan çawa dikarin deng û pirsgirêkên jinan bighînin civakê?
Jin bingeha civakê ye û di hemû qadên jiyanê de xwedî roleke girîng e. Di qada ragihandinê de jî rojnamevanên jin bi nêrîna xwe ya taybet û têgihîştina xwe ya kûr a pirsgirêkên civakê, dikarin aliyên cuda yên bûyeran ronî bikin û dengê beşên cuda yên civakê bighînin gel. Rojnamevantî ji bo jinan ne tenê pîşeyek e, derfetek girîng e jî, ji bo veguhastina rastiyan, parastina mafan û beşdarbûna wan di avakirina hişmendiya civakê de.
Jin dikarin bi serbixweyî berpirsiyariya saziyên ragihandinê hilgirin
Li Rojavayê Kurdistanê, bi pêşketina Şoreşa Rojava, jinan di qada ragihandinê de gavên dîrokî avêtin. Damezrandina televîzyon, ajans, radyo û kovarên ku ji aliyê jinan ve tên birêvebirin, nîşan dide ku jin dikarin bi serbixweyî berpirsiyariya saziyên ragihandinê hilgirin û di biryardanê de xwedî rol bin. Ev tecrube ne tenê beşdariya jinan di ragihandinê de xurt kir, her wiha rê li ber belgekirina dîrok, çand û nasnameya civakê vekir û bingehek ji bo gihandina vê mîrateyê ji nifşên bê re ava kir.