Lîstikvan Olompiya Dokakîs a ku xelata Oskar wergirtiye çû ser dilovaniya xwe
Lîstikvana Emerîkî Olompiya Dokakîs ya ku xelata Oskarê û xoldin xlob wergirtî bû di 89 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.

Navenda Nûçeyan - Lîstikvan li mala xwe li New York, duh sibe, 1'ê Gulanê piştî ku tenduristiya wê xirab bû çû ser dilovaniya xwe, heya niha sedema mirinê nehatiye eşkerekirin.
Wê ji bo rola xwe a di fîlma komîk ya romantîk "Mon Strak" de, di 1987 de xelata Oskarê wergirt ku di fîlimê de wekî dayik di mijarên evînê de şîretan li keça xwe dike.
Olompiya Dukakîs li wîlayeta Masatşosets ya Emerîkî di 20 Hizêrana 1931 ji dayik bûye her wiha wê Zanîngeha Bostên bi dawî kir û bawernameya dermankirina xwazayî wergirt û bawernameya masterê di hunerên şanoyê de stend. Wê di sala 1962 de dest bi kariyera xwe ya hunerî kir,
wê di fîlima "Luke Is Tucking" de, ku di 1989 de hate pêşandan,rola leheng list ku ew jî rola "Molî" û di fîlima "Mister Holland's Opus, ku di 1996 de hat pêşandan de list