Li Yemenê li ser rastiya jinê civîneke hat lidarxistin

Jinên ku di hemu qadan de têkoşîna azadiyê dimeşînin, bi dirûşma "Rastiya jinê ya îro" bi armanca xurtkirin û piştgirîkirina rol û bandora jinan di mijarên aştî û ewlehiyê de li Yemenê civînek lidar xistin.

RANIA ABDULLAH

Yemen – Di bin dirûşma “Rastiya Jinê ya Îro” civînek femînîst bi riya sepana zoomê li Yemenê hat lidarxistin, di civînê de li ser sînordarkirina azadiyan û zêdebûna astengiyên li ser qada giştî û pêşengên jin hate nîqaşkirin.

Kiryarên keyfî

Koordînatora civînê Meha Ewed a bal kişand kiryarên li dijî jinan destnîşan kir ku ew ji bo li dijî biryarên ku rê li ber tevgera azad a jinan digre bisekinin berpirsiyariyekê mezin hildigrin û got; “Em ê bixebitin ku ji pêncemîn cîvîna femînîst a ku em ê di dawiya Kampanyaya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya 16 rojan de organîze bikin de pêşniyaran derbixin.”

Aliyên siyasî û aborî

Lêkolîner û nivîskar Meysa Şuca El-Dîn a beşdarî civînê bû bibîr xist ku yên herî zêde ji şer zirarê dîtin û dibînin jin in û got ku, “Mixabin bi salan e ku hikûmeta Yemenê ji mafên jinan zêdetir komên olî li ber çavan digire.” Meysa Şuca El-Dîn a destnîşan kir ku jinên Yemenî bi saya têkoşîna xwe ya salên dirêj destkeftiyên mezin bidest xistine, da zanîn ku di rewşa heyî de hejmarek mezin ji jinên Yemenê bi tena xwe debara malbatê dikin. Meysa Şuca El-Dîn a got “Lewra sînorkirina azadiya jinan jî dê bandorê li ser tevahî jiyana wan û malbata wan bike” wiha pêl da axaftinên xwe; “Biryara ku qedexe dike ku jin bêyî yekî ji mahremên wê pê re be tevbigere, çanda baviksalarî zêde dike. Ev biryar hebûna jinan di qada giştî de tune dike û wan ji muzakereyan dûr dixe. Ev yek wê bike ku komên olî ji bo sînordarkirina azadiya jinê bikevin pêşbaziyê.”

Vegere ser sifirê

Çalakvana mafên mirovan û seroka Foruma El-Şeqaiq El-Erebî ya ji bo Mafên Mirovan Emal El-Başa jî destnîşan kir ku biryara bi tena xwe ketina nav liv û tevgerê ya jinan sînordar dike û nahêle ku jin bê ku mêrek li gel wan bin tevbigerin  li dijî maf û azadiya jinan e û di her warê de dorpêçkirina jinan armanc dike. Emal El-Beşa a bibîr xist ku encamên vê biryarê li ser jinan pir mezin in, diyar kir ku ev biryar rê li ber hebûna jinan a di qadên jiyanî de digre û wiha domand; “Ji ber vê yekê jin wê nikaribin êşên jinên Yemenî ragihînin û ev hewldanek e ji bo tepeserkirina jinan e. Ev biryara dijmirovahî encamên wê yên derûnî yên mezin li ser jinan hene, ji ber ku jin ji mêran kêmtir bi qîmet û qedirbilind tên dîtin. Ec yek tiştekî bi êş e, piştî vê têkoşîna jinan a li bakur û başûr û daxwaza wan a ji sedî 30 kotayê, em ê îro vegerin ser sifirê û niha jî daxwaza azadiya tevgera jinan dikin.”

Kampanyaya parêzvaniyê

Lêkolîner, çalakvana sivîl û seroka Hevbendiya Hevkarên Aştiyê Fatima Meşhûr jî bal kişand ku li dijî vê biryara ku jiyana jinan sînordar dike divê çareseriyek bê dîtin û wiha got: “Ji bo rawestandina biryarê divê çareserî bê dîtin. Divê helwestên me yên cidî hebin, ger em bêdeng bimînin dê tedbîrên tundtir li dijî me bên girtin, ev biryar ne liv û tevgera jinan, di heman demê de karê rêxistinên ku di warê mafên jinan de kar dikin jî asteng dike. Divê em kampanyaya parêzvaniyê ji hêla hemî çalakvanan û ji hemî rêxistinên siyasî yên li hundur û derve ve bi rê ve bibin.”

Dr. Zîna Xelîl destnîşan kir ku ev biryar ji bo hemû jinên li çar aliyên welat mixabin e û wiha anî ziman; “Jin bi pirsgirêkeke mezin re rû bi rû ne, ev biryar ji bo têkbirina aştiyê hate dîtin, li dijî aştiya ku jin ber bi wê ve diçin e.”