‘Li Xezayê vîrusa felca zarokan hat tesbîtkirin’

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) di daxuyaniya xwe de ragihand ku li bajarê beşa navend Deyr el-Beleh û Xan Yûnisê ên li başûrê Zivala Xezayê, vîrusa felcê di du zarokan de hatiye tesbîtkirin.

Navenda Nûçeyan- Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand ku li bajarê beşa navend Deyr el-Beleh û Xan Yûnisê ên li başûrê Zivala Xezayê vîrusa felcê di du zarokan de tesbît bûye.

Dîrektorê Giştî di daxuyaniya li ser platforma medyaya dîjîtal X de diyar kir ku di nimûneyên ji bajarê Deyr el-Belah û Xan Yûnisê hatin girtin de, di encama lêkolînan de ji 6 nimûneyan tibê virusa felcê di zarokan de tesbît kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li herêmê hê negihîştine bûyerên felcê û amaje bi wê yekê kir ku WHO, Fona Alîkariya Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û hevkarên din ji bo rawestandina belavbûna vîrusê û diyarkirina rêbazên mudaxeleyê nirxandin kirine.

‘Agirbest şert e’

Di berdewamiya daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hat kirin ku li Xezayê hilweşîna sîstema tedirustiyê, ji cihê xwebûna nifusê, zehmetiyên malzemeyên tibî, kêmbûna kalîteya avê û gelek faktorên din felca zarokan jî di nav de xeteriya nexweşiyê ya ku bi derziyê dikare pêşî lê bigre zêde kiriye.

 Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ev faktorên neyênî ji bo belavbûna nexweşiyên weke felca zarokan bingehek guncaw ava kiriye û wiha hat gotin: “Ji bo mudaxeleyeke baş a nexweşiyan agirbest şert e.”