Jinên Cezayîrî: Divê rêgeza efûkirina sûcdaran bi temamî were rakirin

Guherînên ku di Zagona Ceza ya Cezayîrê de hatine çêkirin, bi taybetî efûkirina sûcên tacîz û tecawizê rê li ber nîqaşan vekir û jinan têkildarî wê gotin: “Guherînên çêbûne di lehiya me de nîn in û tu sûdê nadin me.”

NECWA RAHÎM

Cezayîr – Hinek guherînên ku di Zagona Ceza ya Cezayîrê de di Nîsana 2024’an de hatin kirin ji aliyê jinan û aktivîstên mafên mirovan ve nebes hatin dîtin û rexnekirin. Seroka Departmana Nelihevkirinên Hiqûqî Yaqouta Ben Roguibî got: “Ji benda 13’an heta 23’yan di rewşa tacîzê de mekanîzmayên parastinê hene. Di benda 20’an de jî ji bo kiryar şopandina psîkolojîk û zêdekirina cezayê kurtajê di nava xwe de dihewîne.”  

Zagona nû kiryaran diparêze

Yaqota Ben Roguîbî li ser benda 326 a ku ji bo revaniha zarokên ku reşîd nebûne hatiye derxistin wiha got: “Ji benda 326’an de fikrayek hat derxistin û guherandin. Kiryar ger zarokek keç a reşîd nebûne birevîne û piştî wê pê re bizewice, ceza nagire. Di Zagona Ceza de cihgirtina rêgeza efûyê mafê darizandina adil nade kesa mexdûr û malbatê. Di benda 335’yan de li cihî ku li dijî kiryara derexlaqî ceza zêde bibe, weke zêdekirina cezayê sûcê tecawizê hat guherandin.”

‘Guherîn di lehiya jinan de nîn in’

Yaqouta Ben Roguîbî, axaftina xwe wiha domand: “Van guherînan di lehiya jinan de nîn in. Ez metna benda 20’an a ku ji bo tacîzkar derfeta tedawiya derûnî dide bi tundî şermezar dikim. Li vê derê ya ku tê parastin kiryar e, ne mexdûr e. Divê zagonsazên Cezayîrê ne rewşa kiryar, a mexdûr esas bigrin. Her wiha ez beşa ku têkildarî sûcê tecawizê û tevgerên derexlaqî di nava xwe de dihewîne jî rexne dikim. Zagonsaz, di warê her du sûcan û cudahiyên di navbera wan de divê pênase û têgehek teqez hebe. Di rewşa ku kiryar ji aliyê dadgehê ve were efûkirin de ji ber ku ji bo mexdûr û civakê xeterek mezin e divê muameleyên tiba edlî werin temamkirin. Divê efûkirina sûcdaran ji Zagona Ceza bi temamî were derxistin. Divê di Zagona Ceza ya Cezayîrê de guherîn werin kirin.”

‘Bi têkoşînê pêşketin çêbûn’

Damezrînera Rojnameya Femînîst a Cezayîrê Amal Hajjaj jî got: “Di encama têkoşîna femînîst û komeleyan de di Zagona Ceza de hinek guherîn hatin kirin û pêşketinên mezin çêbûn. Mînak durxistina êrîşkaran ji mexdûr, zêdekirina cezayên sûcên tecawiz, êrîşa zayendî û ya dîjîtal, tedbîr û parastina şahidên di bûyerên tacîzê de gelek xalên erênî hene. Ev yek dibe alîkar ku cesaret û çanda îxbarkirina van sûcan zêde bibe. Em îsrara afûkirina sûcdaran ji aliyê zagonsazan ve rexne dikin. Em dixwazin ev bend bi temamî were rakirin.”

Amal Hajjaj xwest ku di hemû proje û zagonên têkildarî jinan de komeleyên jinan û saziyên civaka sivîl daxil bibin û ji bo vê yekê jî divê zext li saziyên têkildar were kirin. Amal Hajjaj, bal kişand ku komeleyên jinan daxilî guherînên zagonan nehatine kirin û got ku şêweyê amadekirina zagonan ji aliyê komîteyên serbixwe ve hatine pejirandin. Amal Hajjaj, li ser cihgirtina saziyên civaka sivîl di guherîna zagonan de jî wiha got: “Zagona nivîsa berê, ramana bi rêbaza berê nîşan da û ev li gorî rastiya heyî nîn e. Saziyên civakî, li ba zagonsaz û meqamên darazê xwedî roleke rastîn û bi bandor in.”