Li Xezayê rûxmê agirbestê jî 100 zarok jiyana xwe ji dest dan

Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê ya li Xezayê, ragihand ku ji ber şert û mercên hewayê nêzî 127 hezar kon zirar dîtine û êdî nayên bikaranîn. NY, ragihand ku ji destpêka agirbestê ve herî kêm 100 zarokan di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest dane.

Li Xezayê rûxmê agirbestê jî 100 zarok jiyana xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan – Li Zîvala Xezayê kesên ji cih û warên xwe bûne, ji ber şert û mercên hewaya dijwar û barana dijwar di bin şert û mercên mirovî yên pir giran de dijîn. Ev rewş, êşa mirovên ku di konên xirab ên bêparastina ji serma û baranê de têkoşîna jiyanê didin, dijwartir dike.

Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê ya li Xezayê, ragihand ku ji ber sarmaya zêde ji 135 hezar konan 127 hezar kon zirar dîtine û êdî ji bo jiyankirinê ne guncaw in. Hate diyar kirin ku nebûna stargeh, betanî û nivînan bandorek giran li ser malbatên ku di konên xirab de dijîn dike û kêmbûna germkirin û betanî li seranserê Xezayê ji sedî 70’ê derbas bûye. Serokê Ofîsê, destnîşan kir ku qeyran demkî ye û di dema şer de wêranbûna ji sedî 90’ê binesaziyê, koçberbûna zêdetirî du milyon kesan, girtina dirêj a deriyên sînor û bombebarankirina 303 stargeh û 61 navendên alîkariyê rewşa mirovî xirabtir kiriye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelek malbatên koçber ji germkirin û betanî bêpar in û zarok, jin û kal û pîr neçar dibin ku di konên nebaş de li erdê xew bikin û ev yek jî di nava deh hezaran kesan de dibe sedema nexweşiyên nefes û enfeksiyonê. Serokê Ofîsê, destnîşan kir ku  wêrankirina 38 nexweşxaneyan û bêçalakkirina 96 navendên tenduristiyê, hejmara mirinan zêde kiriye û ji bo ku zivistan nevegere karesatê, banga mudaxeleya bilez a navneteweyî kir.

Parastina Sivîl a Xezayê jî ragihand ku di encama hilweşîna avahiyê ya ji ber barana dijwar û bayê 4 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û nêzî 1.5 mîlyon kes di xetereyê de ne.

Bi dehan zarok jiyana xwe ji dest dan

UNICEF’ê ragihand ku li Xezayê ji ragihandina agirbestê ya ji Cotmeha 2025’an û vir ve zêdetirê 100 zarok hatin qetilkirin û ev yek tê wateya ku di pêvajoya agirbestê de her roj zarokek jiyana xwe ji dest dide. Hate diyarkirin ku zarok bi êrîşên hewayî, ÎHA, êrîşên tankan û guleyên rast hatine qetilkirin.