Li Xezayê hejmara miriyan gihişt 73 hezar û 438'an
Li Xezayê hejmara kesên ku di encama êrîşên Îsraîlê de mirin roj bi roj zêdetir dibe. Wezareta Tenduristiyê piştrast kir ku hê cenazeyên di bin kavilan de ne û tîmên rizgarkirinê di gihîştina deverên hilweşiyayî de zehmetiyan dikşînin.
Navenda Nûçeyan – Hilweşîna xizmetên bingehîn li Xezayê, qeyrana mirovî her diçe kûrtir dike. Torên av, elektrîk û kanalîzasyonê hema bêje bi tevahî ji xizmetê derketine û di heman demê de kêmbûna zêde ya sotemenî û dermanan kapasîteya nexweşxaneyan a ji bo dabînkirina lênêrîna tenduristiyê kêmtir dike.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, îro ragihand ku di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser herêmê de di 24 demjimêrên dawî de 7 Filistînî mirine û 10 jî birîndar bûne.
Wezaretê, diyar kir ku 5 cenazeyên nû, du kesên ku berê birîndar bûne anîne nexweşxaneyan. Hat destnîşankirin ku hinek kes hê jî di bin kavilan de û li ser riyan in û gihîştina tîmên tenduristiyê û parastina sivîl gelek zehmet e. Hate ragihandin ku ji dema agirbestê vir ve, hejmara miriyan gihîştiye hezar û 303 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 4 hezar û 336.
Li Xezayê 73 hezar û 438 kes mirin
Hat diyarkirin ku ji dema agirbestê û vir ve 814 kes ji nava kavilan hatine rizgarkirin û hê jî li deverên ku tîmên rizgarkirinê nikarin bigihîjin di bin kavilan de gelek kes hene û ji destpêka şer û vir ve li Xezayê 73 hezar û 438 kes mirine, 174 hezar û 447 kes jî birîndar bûne.
Tîmên tenduristiyê û parastina sivîl, di şert û mercên dijwar de ji bo gihîştina cenazeyên di bin kavilan de mane, xebata xwe didomînin. Tê diyarkirin ku ji ber ku operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin, hejmara miriyan dibe ku zêde bibe.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, di raporên xwe yên rojane de hejmarên herî dawî yên kesên mirine yan jî birîndar bûne, parve dike.