Li Xezayê di 24 saetan de 66 kesan jiyana xwe ji dest dan

Artêşa Îsraîlê li Xeza û Lubnanê êrişî mal û kampên kesên ji cihên xwe bûne kir. Li gorî agahiyên destpêkê di nava 24 saetan de li Xeza 66 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi dehan kes jî birîndar hene.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha li ser Zîvala Xezayê berdewam dikin. Îsraîl bi balafirên şer mal û kampên gelê ku ji cihên xwe bûne dike hedef.

Balafirên şer ên artêşa Îsraîlê êrişî 2 malên li kampa koçberan a Bureyc ku li navenda Xezayê ye kir. Di êrişê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. Artêşa Îsraîlê di heman demê de rojhilatê bajarê Refah yê li başûrê Xezayê kir hedef. Di encama êrişê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.  

Şahidan diyar kirin ku artêşa Îsraîlê bi dehan avahiyên li taxa El-Fahura ya li Rojavayê Kampa koçberan a Cibaliya ya li Bakurê Xezayê bi teqemeniyan hilweşandiye.

Êrişî avahiya kesên ku ji cihên xwe bûne lê diman kirin û 50 kesan jiyana xwe ji dest dan

Artêşa Îsraîlê li herêma Meşru Beyt Lahiya avahiya 5 qat a Filistîniyên bi zorê ji cihên xwe bûne kir hedef. Avahiya ku tê texmînkirin nêzî 70 kes tê de ne bi temamî hilweşiya. Di êrişê de li gorî agahiyên destpêkê 50 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Paytexta Lubnan Beyrûdê bû hedefa êrişan

Hat zanîn ku di saetên sibehê de li herêma Dahiya ya li başûrê Beyrûdê paytexta Lubnanê artêşa Îsraîlê li pey hev êrişên hewayî pêk anî. Ajansa fermî ya Lubnanê NNA diyar kir ku herêmên Hades, Şiyah û Burc el-Baracine bûne hedef. 

Êrişên dijwar li dijî Hadesê pêk hatin derdora nexweşxaneya ST. George kirin hedef.

Hat diyarkirin ku di êrişa ewil a li dijî avahiya 12 qat a li dora dêreke li Şiyahê de roket neteqiyaye, di ya duyemîn de jî avahî bi temamî bi erdê re bûye yek. 

Hat ragihandin ku li pişt aliyê amadehiya Alî Nasir a li herêma Burc el-Baracine êrişek dijwar hatiye pêkanîn. 

Li ezmanên Dahiye ya li başûrê Beyrûd bi toz û dumanê hat girtin, hejmarek zêde ya avahiyan xisar dît.

Der barê hejmara miriyan di êrişê de tu agahiyek nehate parvekirin.