Navenda Nûçeyan- Li Xezayê zarok, bi taybetî bi destpêkirina werza zivistanê re di şert û mercên belavbûna nexweşiyan û xeterên li ser kesên herî bêparastin de, bi kêmbûna xurekê re rûbirû ne. Ev rewş, qeyranê kûrtir dike û rasterast gefê li jiyana bi hezaran zarokan dixwe.
UNICEF’ê 28’ê Mijdarê, têkildarî xirabûna kembûna xurekê ya di navbera zarokên li Zîvala Xezayê de hişyarî da. UNICEF’ê, diyar kir ku bi destpêkirina wêrza zivistanê re belavbûna nexweşiyan zêde bûye û bi taybetî di navbera zarokên di bin 5 salî de metirsiya mirinê zêde bûye.
Rêxistinê, ragihand ku kontrolên di meha Cotmehê de hatine kirin eşkere dikin ku nêzî 9 hezar û 300 zarok birçî dijîn. Ev rewş, bi xirabûna şert û mercên mirovî re gefê li jiyan û tenduristiya zarokan dixwe.
UNICEF’ê destnîşan kir ku girtina deriyên sînor gihandina alîkariyên mirovî yên xwedî girîngiya jiyanî asteng dike û bang li hemû aliyan kir ku bi lez û bez deriyên sînoran vekin û ji bo mîsogerkirina dabînkirina pêdiviyên bingehîn û xwegihandina zarokan a xurek û xizmetên tenduristiyê destûr bidin bikaranîna hemû riyên dabînkirinê.




