Li Xezayê 263 kesan ji birça jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de li Xezayê, ku ji ber êrîş û dorpêça Îsraîlê birçîbûn lê heye, pênc Filistîniyên din ku du ji wan zarok in, ji birça jiyana xwe ji dest dane.

Li Xezayê 263 kesan ji birça jiyana xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan – Rêveberê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê Munîr el-Burş, derbarê kesên ku ji ber birçîbûnê li herêmê jiyana xwe ji dest dane de agahî da.

Munîr el-Burş tekez kir ku birçîbûna li ser Xezayê ku di bin dorpêç û êrîşên Îsraîlê de ye, hîn jî mirovan dikuj û diyar kir ku di 24 saetên dawî de pênc Filistîniyên din ku du ji wan zarok bûn, ji ber birçîbûn û kêmbûna xurekê mirine.

Munîr el-Burş destnîşan kir ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li Xezayê ji ber birçîbûnê mirine û hejmara kesên ku ji ber birçîbûnê mirine gihîştiye 263 kesan ku 112 ji wan zarok in.