Li Suweydayê xwepêşandan: Ji desthilata despotîzmê re na

Li bajarê Suweydayê li dijî rêveberiya HTŞ ya cîhadîst xwepêşandan hat lidarxistin. Şêniyan dirûşma "Sûriye ya Sûriyeyan e.. Ji desthilata despotîzmê re na" berz kirin.

Suweyda – Li bajarê Suweydayê yê  başûrê Suweydayê bi dehan kes ji bo şermezarkirina desthilata Şamê li qada Keramayê kom bûn.

Xwepêşandêran pankartên wekî  "Hikumeta DAIŞ’î û ne hikumeta Sûriyeyê", "Colanî terorîst e, şoreş berdewam e" û "Ji Suweydayê em serokek sunnî, mutedil, ne tundraw dixwazin" hatin vekirin.

Xwepêşandan bi dirûşmên "Sûriye ya sûriyeyan e.. Ji desthilata despotîzmê re na" bi dawî bû.