Navenda Nûçeyan – Heyva Sor a Sûriyê ragihand ku wan li gundewarên bakur û rojavayê Suweydayê cenazeyê 20 kesan dîtine. Li gorî agahiyan, çar ji terman jin bûn.
Cenaze hatin îşkencekirin
Tîmên Heyva Sor a Sûriyeyê cenaze li gundên Lahis, Almatuna û Volga dîtin. Çavkaniyan ragihandin ku cenaze perçe perçe bûne û hin ji wan hatine şewitandin. Her wiha hat ragihandin ku hin niştecihan xizmên xwe bi cilên wan nas kirine.




