Ji bo girtiyên Fîloya Sumûdê daxwaza berdanê

Komîteya Neteweyî ya Parastina Çalakvanên Fîloya Sumûd û Mafên Filistînî li Tûnisê civîneke çapemeniyê li dar xist da ku pêşketinên nû yên derbarê çalakvanên ku 5 meh in ji bo şikandina dorpêça Xezayê girtî ne bişopîne.

NEZÎHA BÛ SEÎDÎ

Tûnis – Sendîkaya Rojnamevanên Neteweyî ya Tûnisê, îro bi beşdariya parêzerên parastinê, malbatên girtiyan û nûnerên rêxistinên neteweyî û hêzên civakî civînek çapemeniyê li dar xist.

Seroka Yekîtiya Mafên Mirovan a Tûnisê û parêzera parastinê, di axaftina xwe ya li civîna çapemeniyê de diyar kir nayê qebûlkirin ku endamên Fîloya Sumûd pênc meh û nîv di şert û mercên nemirovane de di girtîgehê de tên girtin. Seroka Yekîtiya Mafên Mirovan a Tûnisê û parêzera parastinê, destnîşan kir ku her kes ji qerebalixiya li odeyan û şert û mercên avhewayê yên neasayî dizane û diyar kir ku girtî bi pirsgirêkên kêmxwarin û tenduristiyê re rûbirû ne û bi neqanûnî tên girtin. Seroka yekîtiyê, got ku tiştê bi serê endamên fîloyê hat, parçeyekî ji çarçoveyek gerdûnî ye ku tê de "çalakvanên li Îtalya, Mexrîb û Tûnisê di çarçoveya kampanyayek reşkirina siyonîst de hatine girtin."

Daxwaza berdana çalakvanên Fîloya Sumûd

Xada El Hneşirî ji ajansa me re axivî, da zanîn ew qet xeyal nedikir ku birayê wê çalakvanê doza Filistînê Xassan El Hneşirî, bê ji ber têkoşîna xwe bê girtin. Xada El Hneşirî, diyar kir ku her roja Çarşemê li Girtîgeha Mornaguia gihandina pakêtên xurekê ya ji birayê xwe re, ji bo wê bûye barekî giran. Xada El Hneşirî, rave kir ji ber ku malbat li parêzgeha Gafsa dijî, ew neçar in ku ji bo bigihîjin paytextê nêzî 5 demjimêran rêwîtiyê.

Xada El Hneşirî, destnîşan kir bavê wê pîr e û ji ber germahiya ku ji destpêka havînê ve bandor li welat kiriye êdî nikare rêwîtiyê bike û got ku ji ber germahiyên pir zêde di rêwîtiya dirêj de hilgirtin û hilanîna xurekê dibe sedema zehmetiyên cidî. Xada El Hneşirî, wiha got: "Her roja Çarşemê tengahiya me ya derûnî û civakî ji nû ve tê jiyîn. Lewma em wek malbat di nava xwe de dest bi dabeşkirina berpirsiyariyan kir. Lê belê birayê min li girtîgehê zehmetiyên mezintir dijî. Birayê min ji ber alîgirê doza Filistînê bû, hate girtin.”

Xada El Hneşirî, di dawiya axaftina xwe de daxwaza demildest berdana girtiyan kir û da zanîn ku birayê wê di serê xwe de birîndar bûye û pêdivî bi şopandin û dermankirinê heye.