Li Sûdanê krîza mirovî kûr dibe
Li Sûdanê ku dorpêça giran û kêmaniya cidî ya xwarin û dermanan dijî, hate diyarkirin di hefteya borî de li bajarê duyem yê mezin ê eyaleta başûr, Kordofan a başûr ji ber kêmxwarinê 17 zarokan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Şerê di navbera Hêza Piştevaniya Lezgîn (RFS) û artêşa Sûdanê ku ji Nîsana 2023’an destpêkirî heta niha rê li ber hilweşîna welat vekiriye. Xelaya ku dibe sedemê mirina sivîlan belav dibe, nexweşî û şewbên ku her roj dibe sedemê mirinan zêde dibe.
Hilweşîna xizmetên bingehîn ên bajar, zêdebûna pêla koçê, krîza ku li Sûdanê kûr bûye didome, Tora Bijîşkan a Sûdanê ragihand ku di hefteya borî de li Delenc 17 zarok ji ber kêmxwarinê jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê di daxuyaniya berê dayî de diyarkiribû ku tenê di nava hefteyekê de herî kêm 63 kesan ji ber kêmxwarinê jiyana xwe ji dest dane.
Tora Tiba Serbixwe, di daxuyaniya roja sêşemê dayî de, da zanîn ku Kordofan a başûr, ev zêdeyî salek e ji ber dorpêça ku dideme û pirsgirêkên xwarin û anîna tiştan di şertên mirovî yên gelek xirab de dijîn, ev jî bi taybet êşên jin û zarok dijîn zêde kiriye.
Dibe hejmara miriyan gelek zêde be
Çavkaniyên çapemeniyê destnîşan kir ku ev hejmar tenê ji bûyerên nexweşxaneyan hatiye girtin; ji ber dorpêça ku didome, gelek kes di malên xwe de mirine û neketine qeydan, ji ber vê jî dibe ku hejmar gelek zêdetir be.
Krîza mirovî heye
Sûdan ji ber kêmaniya cidî ya di xwarin û dermanan de, mitbexên giştî neçar mane werin girtin, hinek malbat ji bo bijîn, neçar mane emê lawiran û bermahiyên xwarinan bikar bînin û krîzek mirovî tê jiyîn.
Saziyên navnetewî yên alîkariyê, diyarkir ku rewşa li Faşirê gihaye asta karesatê, sivîl li ser korîdorên diyarkirî bajar diterikînin. Ji ber şerê ku ji Nîsana 2023’an heta niha li Sûdanê di qewime, Faşir bûye navenda şerên tund ên dibe sedemê mirina mirovan.