Sine – Li Bajarê Sineyê komek aktîvîstên mafên jinan, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li hev civiyan û balkişandin li ser mafê jinê ya jiyankirinê ya di hawîrdorek ewle, azad û wekhev de.
Beşdaran, di daxuyaniya xwe de wiha gotin: "Em, mîna aktîvîstên mafên jinan ên li Sineyê, ji bo dubarekirina mafê bingehîn ê jinê ya jiyankirina di ewlehî, azadî û wekheviyê de kom bûne."
Beşdaran, daxwazên xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku pêdivî bi têkoşîna bi bandor li dijî her cûre tundî û cudakariyê, hesabdayîna saziyên berpirsiyar û xurtkirina mekanîzmayên civakî û qanûnî yên piştgirîker, heye.



