Li Qamişlo mitîng: Çareserî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e

Li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parastina destkeftiyên şoreşê mîtîngek li dar xist.

Qamişlo – Rêveberiya Xweser bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parastina destkeftiyên şoreşê bi Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Êzidî û Çerkezên xwe bi dirûşma “Em ê têkoşîna xwe bilind bikin, Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin” mîtîngek li dar xist.

Mîtîng bi tevlîbûna bi hezaran kesan, endam û rêveberên Rêveberiya Xweser, Meclîsa Malbatên Şehîdan, endamên rêxistina jinab û endamên Paratiya Yekîtiya Demokratîk PYD’e li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

‘Em ê xweseriyê û destkeftiyên şoreşê biparêzin’

Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Konseya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Aldar Xelîl têkildarî mîtîngê axivî û got: “Gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevî hemû şert û mercên zehmet û êrîşan destkeftiyên şoreşa xwe parastin û têkoşîna xwe berdewam dikin ev gel hêjayî azadiyê ye. Pirê caran dipirsin çima em dibêjin azadiya Rêber Apo azadiya me ye, ji ber ku em li azadî û hebûna xwe digerin Rêber Apo jî wê riyê pêk tîne û pêşengiya wê dike ji bo wê jî azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Helwestên dewleta Tirk têne zanîn, li ser esasê tunekirina Kurdan tevdiger. Rêber Apo û tevger 50 sal in têdikoşin ji bo dijminê Kurdan biguherin. Dewleta Tirk dibêje ne li Bakur, Başûr, Rojhilat û ne li Rojava çênabe Kurd bibin xwedî îrade. Heger îro roj were xwestin vê xweseriyê van destkeftiyan biparêzin wê demê girîng e ku Şam vê yekê qebûl bike. Ji bo ku Şam qebûl heta ku Enqere qebûl neke nikare qebûl bike. Enqere mudaxeleyê her derê dike ji destên wan were wê Kurdên Rojhilat jî tune bikin. Yê ku bihêle helwesta Tirkan were guhertin Rêber Apo ye, gere gel jî her dem ji bo azadiya Rêber Apo û parastinê nirxên şoreşa xwe û naskirina nasname û hebûna xwe têbikoşe û berxwedaniyên mezin pêk pînin û em bi gelê xwe bawer in ku tu carî teslîmiyetê qebûl nake û wê her tem serkeftin para me be.”

‘Şoreşa Rojava xeta sor e’

Li ser navê Kongra Star endama Koordînasyona Kongra Star Gulîstan Gulo jî axivî û got: “Ev 14 sal in şoreş didome, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerekî li hember dijminan kir û têkoşîn û berxwedaniyek pir mezin da meşandin. Di bin şert û mercên pir giran de jiya û bi hezaran şehîd dan, ji bo ku em nasname û hbmûna xwe nas bikin. Dewleta Tirk û hikumeta Şamê ya demkî dixwazin îrade, nasname û hebûna vî gelî tune bikin. Banga Rêber Apo ji bo Aştî û Civaka Demokratîk pir zelal bû, got werin em bi hev re bi biratî bi hev re bijîn lê mixabin heta niha dewleta Tirk û hevkarên wê tu gavên cidî navêtine. Pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ne, heger Rêber Apo azad nebe wê pirsgrêkên me her dem kûrtir û mezintir bibin. Rêber Apo di hevdîtinek xwe de got Şoreşa Rojava xeta min a sor e, em jî dibêjin ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeta sor e em ê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin. Em têkoşiyan, me li ber xwe da heta em gihîştin vê astê, em ê têbikoşin û li ber xwe bidin heta azadiya Rêberê xwe misoger bikin.”

Mîtîng bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.