Li Mexribê rêjeya bêkarî û nexwendewariyê di nava jinan de zêde dibe
Rapora Midûriyeta Herêmî ya Komisyona Bilind a Plansaziyê diyar kir ku rêjeya bêkarî û nexwendewariyê di nav jinan de li parêzgehên rojhilatê Mexribê bi awayekî berçav zêde dibe.

Mexrib – Di ropora ku di 15'ê Adarê de ji aliyê Midûriyeta Herêmî ya Komisyona Bilind a Plansaziyê ya Mexribê ve hate belav kirin de hat diyar kirin ku rêjeya bêkariya jinan li herêmên rojhilat di sala 2021'an de gihiştiye ji sedî 24,7. Di raporê de hat xuyakirin ku jinên bajarî zêdetir ji diyardeya bêkariyê bandor dibin û bi rêjeya ji sedî 31,9 li beramberî ji sedî 7,4 ji jinên gundewaran bêkar dimînin.
Amaran diyar kir ku diyardeya nexwendewariyê ji mêran zêdetir bandorê li jinan dike. Li gorî serjimêriya giştî ya nifûsê a sala 2014'an, ji sedî 44,4 jin nexwende ne û ev rêje li gorî cîhê rûniştinê diguhere. Ji ber ku ji bo jinên gundî ji sedî 60.9 e, li beramberî jinên bajarî ji sedî 36 e. Temenê di navbera 35-40 salî de, rêjeya nexwendewariyê ji bo jinan 54,7 e, lê ji bo mêrên di heman temenî de ji sedî 28,7 derbas nabe.
Tevî belavbûna berçav a nexwendewarî û bêkariyê di nav jinan de, raporê nîşan da ku ji sedî 18 jinên li bajaran û ji sedî 11 jinên li gundan berpirsên malbatê xwe ne.