Li Mexrîbê banga sererastkirina yasaya tundiyê
Komeleya Maf û Edaletê ya li Mexrîbê bal kişand ser kêmasiyên Qanûna 103.13 û banga reformên saziyî û yasayî yên ji bo parastina jinan kir.
HENAN HERÊT
Mexrîb – Hîn jî pirs li ser bandora çarçoveya yasayî û saziyî ya ku bi parastina qurbaniyan ve hatiye erkdarkirin hene. Bi taybetî jî, di warê mîsogerî û parastina gihîştina jin û keçan a bi edaletê re.
Komeleya "Maf û Edalet" roja duh civînek neteweyî li dar xist. Komeleyê xwest ku du belgeyên yasayî yên ku amade kiribûn, pêşkêş û nîqaş bike. Ev civîn beşek ji projeya "Niha Mimkûn e - Yekbûyî ji bo Serdemeke Nû ya Têkilî û Wekheviyê" bû, ku ji aliyê Komeleya "Koçberî û Pêşveçûnê" ve hatibû sponsorkirin.
Kêmasiyên di avahiya saziyî û yasayî de
Di civînê de du belgeyên girîng hatin pêşkêşkirin. Ya yekem (muxtiraya parêzvaniyê bû) ku armanc dikir çarçoveya yasayî ya ji bo parastina jin û keçên qurbaniyên tundiyê xurt bike. Ya duyem jî li ser lêkolîneke nirxandinê û pêşniyarên reformên Fermana Hejmar 2.18.856 a ku Qanûna Hejmar 103.13 a li ser Têkoşîna li dijî Şîdeta li dijî Jinan bicîh tîne, sekinî.
Lêkolîna nirxandinê nîşan da ku ferman ji ber nebûna dezgeheke îdarî û teknîkî ya daîmî ji bo piştgiriya Komîteya Neteweyî ya Lênihêrîna Jinên Qurbaniyên Şîdetê kêm, kêmasî ye. Rola sekreteryaya têkildar bi fonksiyonên îdarî û rêxistinî ve sînorkirî ye. Lêkolîn dibêje ku avahiya heyî ji ber berfirehiya erkên têkildarî hevrêzkirin, çavdêrîkirin û analîzê nebaş e. Lêkolîn pêşniyar dike ku serxwebûna rêxistinî û fonksiyonel a komîteyê bi avakirina dezgeheke îdarî û teknîkî ya daîmî, dabînkirina navendeke taybet, avakirina yekîneyên pispor a di warên wekî karûbarên yasayî, hevrêzkirin, dane û çavdêrîkirin, lêkolîn û hevkariyê de bê xurtkirin.
Li gorî encamên wê, reformên rêxistinî dikarin avakirina dezgeheke îdarî û teknîkî ya daîmî, veqetandina navendekê, rêxistina rapor, nîşane û têkiliyên bi komîteyên herêmî re di nav xwe de bigirin. Lê belê, qutkirina tevahî ya têkiliyên komîteyê bi wezaretê re an dayîna desthilatên nû û xweser dibe ku guhertineke yasayî pêwîst bike.
‘Divê têkoşîna li dijî tundiyê tenê bi cezayan ve sînorkirî nebe’
Koordînatora projeyê ya ’Komeleya Maf û Dadmendî’ Amal El-Emîn, diyar kir ku divê Yasaya Hejmar 103.13 bê nirxandin. Wê rave kir ku civîn beşek ji pêvajoyeke wiha bû ku armanc dikir encamên her du belgeyan bi rêxistinên civaka sivîl re nîqaş bike û pêşniyarên ku dikarin di xebatên parêzvaniyê de bên pejirandin bi dest bixe da ku çarçoveya yasayî û sazûmanî ya ji bo parastina jinên qurbaniyên tundiyê baştir bibe.
Komeleyê diyar kir ku ew pêwîstiya bi sererastkirina Yasaya Hejmar 103.13 dibîne, ji ber ku çarçoveya heyî divê derbarê cureyên cûrbecûr ên şîdeta li dijî jinan de berfirehtir be. Wê destnîşan kir ku hin prosedur hîn jî bi pêdiviyên yasaya cezakirinê ve girêdayî ne. Wê got ku “Divê çarçoveyeke yasayî ya zelal û berfireh bê damezrandin ku cureyên cûrbecûr ên şîdetê yên ku jin dikarin rastî wan bên, di nav de tundiya siyasî û dîjîtal ên ku di dema nîqaşê de hatin destnîşankirin, çareser bike.”
‘Divê têkoşîna li dijî tundiyê tenê bi cezayan ve sînorkirî nebe’
Di asta saziyî de, wê bal kişand ser kêmasiyên di xebata Komîteya Neteweyî ya Lênihêrîna Jinên Qurbaniyên Tundiyê de, nemaze serxwebûna wê ya sînorkirî û nebûna baregeheke taybetî da ku ew bikaribe bi bandor erkên xwe yên hevrêzkirinê pêk bîne. Amal El-Emîn got ku “Xurtkirina avahiya saziyî ya Komîteyê ji bo başkirina hevrêziyê di navbera astên cuda yên pergala piştgiriyê de ji bo jinên qurbaniyên tundiyê, di nav de komîteyên herêmî, gelekî girîng e.”
Wê diyar kir ku civîn gava yekem a pêvajoyekê bû ku dê piştî qonaxên parêzvanî û ragihandinê bi parlamenteran re bê şopandin, bi armanca nirxandin û başkirina çarçoveya yasayî û saziyî ya ji bo parastina jin û keçên qurbaniyên tundiyê. Amal got ku “Divê têkoşîna li dijî tundiyê tenê bi cezayan ve sînorkirî nebe.”
Parastina qurbaniyan û nîqaşên li ser mijarên yasayî
Di nîqaşan de mijarên cihêreng ên têkildarî parastina yasayî ya jinên mexdûrên tundiyê hatin nirxandin. Hate tekezkirin ku divê bal ne tenê li ser cezakirina sûcdaran be, di heman demê de li ser parastin û piştgiriya qurbaniyan jî bê danîn. Beşdaran pirsên li ser şiyana pergalê ya ji hev cudakirina qurbanî û sûcdaran kirin. Beşdaran, bal kişandin ser rewşên ku jineke rastî tundiyê hatiye, dibe ku paşê xwe di rewşeke yasayî ya cûda de bibîne. Di vê çarçoveyê de, rewşa jin û keçên ku mexdûrên bazirganiya mirovan in jî hate rojevê. Beşdaran daxwaza cudahiyeke zelal a di navbera qurbanî û kesên ku tên darizandin de kirin da ku pêşî li darizandina hin qurbaniyan di dozên têkildarî sûcên bi vî rengî de bê girtin.
Derengketina reformê hat rexnekirin
Her wiha têgeha lawaziyê hate nîqaşkirin û hate tekezkirin ku ew ne tenê bi rewşa aborî ve girêdayî ye, di heman demê de dikare bi rewşên ku jinek ji îradeya xwe bêpar e an jî nikare bi azadî biryarên xwe bide ve jî girêdayî be. Mijara kurtajê jî hate nîqaşkirin û beşdarek destnîşan kir ku rewşa heyî hîn jî pirsgirêkên yasayî derdixe holê. Wan derengketina reformê ya di vî warî de û encamên wê yên potansiyel, wekî serîlêdana hin jin û keçan a ji bo kurtajên nepenî, destnîşan kirin.
Encamên civînê pirsên wek “Bila bê aşkerakirin ku ji bilî nivîs û saziyan bi xwe, çavkanî, amûr û mekanîzmayên çavdêriyê hene ku parastina qanûnî ya jin û keçên ku mexdûrên tundiyê ne veguherînin parastinek bibandor û domdar?” hatin kirin.