Mexmûr – Li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di bin pêşengiya Meclîsa Îştarê rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinê didomin. Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê de ji aliyê Komîna Jineolojiyê ji meran re li ser girîngiya 25’ê Mijdarê semînerek hat dayîn.
Beriya seminer dest pê bike ji bo bîranîna cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Komîna Jineolojî ya Mexmûrê Sabîha Onar li ser semînerê axivî.
Sabîha Onar di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya 25’ê Mijdarê û wiha axivî: “Îro rojeke wisaye ku jin li hemberî zordarî, desthilatdarî û hişmendiya zilamsalarî têkoşînek daye dest pê kirin û roja 25’ê Mijdarê jî bi vî awayî hatiye lidarxistin. Em pêwîste tundiya ku tê kirin çawa dest pê kiriye, em pêwîste çawa çareser bikin û em ê ji vê tundiya qatîlê kastîk ber bi jiyaneke sosyalist çawa bimeşin, pêwîste em li ser vê yekê bikevin rê û dîroka vê yekê de xwe kur bikin. Hişmendiya qatîlê kastîk roja me ya îro de xwe çawa dide der, di kesayeta me de xwe çawa nîşan dide û çend cûreyên tundiyê hene emê li ser van xalan bisekinin.”





