NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo - Jinan di Şoreşa Rojava de bi xweşî û azadî cihê xwe di qada leşkerî û siyasî de ava kirin, îro jî pêvajoya entegrasyonê dikeve qonaxeke ku tê de mafên jinan ê biryardayînê û beşdariya siyasî û rêvebirinê dîsa tê nîqaşkirin. Ji bo jinên ku bi têkoşîna xwe roleke bingehîn di guhertina civakê de lîstin, bêguman parastina destkeftiyan bi pêşeroja pergala siyasî û leşkerî ve jî girêdayî ye.
Di vî der barî de, şervana YPJ’ê Zîlan Avaşîn nerînên xwe li ser pêvajoya entegrasyonê, destkeftî û pêşeroja Şoreşa Jin ji ajansa me re parve kirin.
Şoreşa Rojava jinan gihîştand asteke nû di qada siyasî, civakî û leşkerî de lê di pêvajoya entegrasyonê de parastina van destkeftiyan û misogerkirina beşdariya jinan a di Sûriyeya nû de gelek girîng e.
Zîlan Avaşîn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser parastina destkeftiyên şoreşa jinan û wiha got: “Şoreşa Rojava ji bo jinan destkeftiyên gelek mezin bi xwe re anî. Îro, di çarçoveya Sûriyeya nû de, bi taybetî piştî Şoreşa Rojava, mirov dikare bibêje ku jin di qada siyasî de bûne xwedî nirxandineke nû, cihê xwe girt. Berê jin di qada siyasî de xwedî hêzeke kêm bûn û di aliyê civakî de jî rola wan sînordar bû lê bi Şoreşa Rojava re ev rewş guherî.”
Di qada leşkerî de jin bûn xwedî hêzeke pêşeng
Zîlan Avaşîn diyar kir ku jinan di şoreşê de tecrubeyek mezin di warê siyasî û civakî de bi dest xistine û wiha berdewam kir: “Jin bi şoreşê re hêza xwe ya siyasî û civakî gihîştand asteke bilind, tecrubeyeke mezin bi dest xist û di qada leşkerî de jî bû xwedî hêzeke pêşeng. Her wiha bi têkoşîn û berxwedanê jinan cih di asta hêz û saziyên leşkerî de jî misoger kir.”
Destkeftî û beşdariya jinan di entegrasyonê de bi gelek astengiyan re rûbirû dimînin
Zîlan Avaşîn bal kişand ser pêvajoya entegrasyonê û wiha pê de çû: “Di pêvajoya entegrasyonê ya di navbera QSD`ê û hikumeta demkî de, ev destkeftî û beşdariya jinan bi gelek astengiyan re rûbirû dimînin. Ji ber ku di sîstema nû ya Sûriyeyê de, bi taybetî di qada siyasî û leşkerî de, qebûlkirina rol û beşdariya jinan hê jî ne mijareke hêsan e. Helbet; ji bo ku ev têkoşîn bê domandin û Sûriyeya demokratîk were avakirin, pêwîst e beşdarî, maf û destkeftiyên ku jinan bi salên têkoşînê hatine bidestxistin, bên qebûlkirin û parastin.”
Sîstema hevserokatiyê ku di Şoreşa Rojava de ji bo misogerkirina wekhevî û beşdariya jinan hatiye avakirin, di pêvajoya entegrasyonê de dîsa dibe mijareke girîng.
Zîlan Avaşîn diyar kir ku sîstema hevserokatiyê ji destpêka Şoreşa Rojava ve di nava sîstemên siyasî de cihê xwe girtiye û li ser bingeha wekheviyê di nava civakê de hatiye avakirin û wiha pê de çû: “Ji destpêka Şoreşa Rojava ve, sîstema hevserokatiyê di sîstemên me de cihê xwe girtiye û têkoşîna me ji bo domandina vê sîstemê her dem berdewam dike. Ev sîstem li ser bingeha wekheviyê di nava civakê de hatiye avakirin û bi vê riyê em hewl didin kar û birêvebirina civakê li ser bingeha wekheviyê bi pêş bixin.”
Parastina civakê ji bo me girîng e
Zîlan Avaşîn destnîşan kir ku sîstema hevserokatiyê ne tenê di qada siyasî de di qada leşkerî û parastina civakê de jî xwedî girîngiyeke mezin e û wiha bi bîr xist: “Di qada leşkerî de jî parastina civakê ji bo me girîng e. Tu welat û tu civak bê hêza parastinê nikare xwe biparêze. Ji ber vê yekê, bi têkoşînê em hewl didin sîstema xwe û destkeftiyên ku bi salan hatine bidestxistin biparêzin.”
Sîstema me sîstema jiyana me ye
Zîlan Avaşîn bal kişand ser astengiyên ku di riya domandina vê sîstemê de derketine û destnîşan kir ku tevî zext û astengiyan, sîstema hevserokatiyê ji bo wan bingeha jiyan û têkoşînê ye û wiha got: “Gelek astengî derketin û nehiştin em vê sîstemê bi hêsanî bidomînin lê sîstema me sîstema jiyana me ye. Ji ber vê yekê, ji bo ku civak bikaribe xwe biparêze, pêwîst e em di qada perwerdeyê de û di sîstema jiyana xwe de jî têkoşînê bidomînin.”
Di pêvajoya siyasî de, îrade û mafên jinan ê biryarê ji aliyê hinek zihniyetên desthilatdar ve wekî xeter tê dîtin, ev jî astengiya li pêşiya beşdariya jinan çêdike.
Zîlan Avaşîn da zanîn ku hinek aliyên desthilatdariyê îrade û biryarên jinan wekî xeter dibînin û wiha domand: “Her dem îrade û biryarên jinan ji bo xwe wekî xeterek mezin dibînin. Ez nizanim çima îrade û fikra jinan ji aliyê wan ve bi vî awayî tê nirxandin lê jin her dem bi xeter tên dîtin.”
Em ê bi îrade û nêrînên xwe bikaribin hêzeke mezin biafirînin
Zîlan Avaşîn bang li jinan kir ku bi îrade û hêza xwe bawer bin û dengê xwe bilind bikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji bo ku em bikaribin dengê xwe bilind bikin, ez bang li hemû jinan, bi taybetî jinên ciwan dikim ku bi îrade û hêza xwe bawer bin. Tekez em ê bi îrade û nêrînên xwe bikaribin hêzeke mezin biafirînin û li hemberî vê sîstemê têkoşîna xwe xurt bikin.”




