Li Laziqiyê li dijî rojnamevan Betûl Elî û bavê wê êrîşa çekdarî
Li bajarê Laziqiyê ya Sûriyeyê, rojnamevan Betûl Elî û bavê wê di encama êrîşa çekdarî de birîndar bûn. Der barê êrîşa ji kesên nenas ve pêkhat de, tu daxuyaniyek fermî nehat dayîn.

Navenda Nûçeyan – Li gundê Demserxo yê bajarê Laziqiyê kesên nenas bi ser mala rojnamevan Betûl Elî û bavê wê de girt, gule li wan barandin.
Li gorî agahiyan, kesên nenas bi 4 erebeyan bi ser mala rojnamevan Betûl Elî ya li ser rêya El Mutehelêq El Şîmalî de girt, gule li wê û bavê wê barandin û reviyan.
Çavkaniyan jî da zanîn ku rojnamevan û bavê wê bi giranî birîndar bûn û rakirina nexweşxaneya "El Seyide" û hatin emeliyetkirin. Derbarê rewşa wan de heta niha tu daxuyaniyek fermî nehat dayîn.