Li Kongoyê heta niha ji ber Ebolayê zêdeyî du hezar û 300 kes mirine
Şewba Ebolayê li Kongoyê leztir dibe; heta niha 2 hezar û 300 kes mirine. Daneyên fermî nîşan didin ku şewb li şeş parêzgehan belav bûye û tirsa vedirîna berfirehtir zêde bûye.
Navenda Nûçeyan- Saziyên tenduristiyê yên navneteweyî derbarê belavbûna şewba Ebolayê ku li Komara Demokratîk a Kongoyê zêde dibe de, hişyarî kirin. Saziyan dan zanîn ku ji ber bûyerên nehatine tespîtkirin û nexweşî ber bi deverên nû ve belav dibe û enfeksiyon ji kontrolê derdikeve, di nav fikaran de ne.
Hejmara miriyan ji 2 hezar û 300’î derbas kiriye
Şewba Ebolayê ya niha li Komara Demokratîk a Kongoyê rû daye, di dîroka welat de bûye yek ji şewbên herî kujer. Hejmara mirinên ku di dema şewba mezin a 2018-2020’an de hatine tomarkirin derbas kiriye. Enfeksiyon bi lez zêde dibin û nexweşî hîn bêtir belav dibe.
Li gorî daneyên hikûmetê yên ku roja 16’ê Tebaxê hatine weşandin, hejmara miriyan ji ber şewba heyî gihîştiye 2 hezar û 325’an, 2 hezar û 299 mirinên ku di dema şewba 2018-2020’an de hatine tomarkirin, derbas kiriye. Hejmara bûyerên piştrastkirî jî gihîştiye 4 hezar û 945’an. Di 24 saetên dawî de 101 bûyerên nû hatine tespîtkirin.
Şewb gelek xeternak e
Şewba heyî ne tenê ji ber zêdebûna hejmara mirinan ku di raporên tenduristiyê de wekî şewba Ebolayê ya herî zû mezin dibe di dîroka Komara Demokratîk a Kongoyê de tê binavkirin. Di heman demê de ji ber di hefteyên dawî de li şeş parêzgehan belav bûye ku bi qasî ji sedî 90’ê bûyeran li parêzgeha Iturî zêde bûye, xeter e.
Rayedarên tenduristiyê rastî zoriyan tên
Rayedarên tenduristiyê di şopandina têkiliyan û îzolasyona kesên enfekte de, bi zehmetiyên girîng re rû bi rû dimînin. Raporên qadê nîşan didin ku bi qasî ji sedî 60 heta ji sedî 70’yê bûyerên nû li derveyî torên şopandina têkiliyan hatine tespîtkirin. Ev tê wê wateyê ku vîrus di civakên ku tîmên tenduristiyê nikarin bi têra xwe bighîjin an jî çavdêriyê bikin de, belav dibe.
Hişyariyên NY’yê
Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) derbarê zêdebûna bilez a belavbûna şewba Ebolayê li Komara Demokratîk a Kongoyê (KDK) de, hişyarî dan. Enfeksiyon belav dibin û hejmara miriyan zêde dibin. Bang kirin ku hewldanên navneteweyî ji bo ku şewbê kontrol bikin û belavbûna wê sînordar bikin, bên zêdekirin.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Karûbarên Mirovî û Koordînatorê Alîkariya Bilez diyar kir ku vîrus her 30 kêliyan carekê dibe sedema mirinê û ev şewb weke ya herî zû belav dibe hatiye tomarkirin. Cîgir da zanîn ku divê hewlên ji bo têkoşîna li dijî enfeksiyonê berî ku zêdetir belav bibe du qat bên zêdekirin.
WHO’yê ragihand ku şewba vîrusa Bundibugyo di dîroka Komara Demokratîk a Kongoyê de ya herî mezin e û li gorî şewbên Ebolayê yên berê ya herî zû belav bûye. Di destpêkê de bi herêma Mongbabu ya li parêzgeha Ituriyê ve sînordar bû, lê niha li 54 navçeyên şeş parêzgehan belav bûye.
NY û WHO’yê bang kir ku mudaxeleyên alîkariya mirovû tenduristiyê ku belavbûna vîrusê sînordar dike û şewbê kontrol dike, çavdêrî, îzolasyon û hewildanên dermankirinê û piştgirîkirina civakên bandor dibin, bên xurtkirin.