Li Kobanê bi dirûşma "Kobanê Nasname Ye” xwepêşandanek hat lidarxistin

Bi pêşengiya rojnamevanan, li Kobanê li dijî guhertina navê fermî yê bajêr meşek hat lidarxistin. Xwepêşandanan diyar kirin ku divê Hikûmeta demkî ya Sûrî navê Kobanê di hemû tomar û belgeyên fermî de bipejirîne û dawî li polîtîkayên asîmîlasyonê bîne.

Kobanê – Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li hemberî bajarê Kobanê siyaseta asîmîlasyon û tunekirinê bi kar tîne û di fermiyeta xwe de li şûna navê Kobanê, navê "Eyn El-Ereb" bi kar tîne.

Li dijî vê nêzîkatî û hişmendiya ku hikûmet li hemberî bajêr dimeşîne, bi pêşengiya rojnamevanên ji Kobanê kampanyaya bi navê “Kobanê Nasname Ye” hat ragihandin. Gelê Kobanê bi giştî bi awayekî xurt tevlî vê kampanyayê bûn. Di çarçoveya rêzeçalakiyên kampanyayê de, îro gelê Kobanê xwepêşandanek lidar xist. Hêrs, helwest û nerazîbûna xwe ya li hemberî guhertina navê bajarê xwe anî ziman.

Gel li Qada Aştiyê ya bajarê Kobanê kom bû. Bi sedan pankartên bi nivîsên “Kobanê Nasname Ye”, “Kobanê Rûmet e” û “Kobanê ye, ne Eyn El-Ereb e” hatin hildan. Girseyê bi berzkirina dirûşman xwepêşandana xwe birêxistin kir. Piştî deqeyek rêzgirtin, bê navber dirûşme hatin berzkirin û daxwaza misogerkirina navê Kobanê di destûra Sûriyê û saziyên fermî de hat kirin.

Pişt re ji hêla rojnamevan û endama meclîsa kampanyayê Xezne Celal ve daxuyanî hate xwendin.

'Kobanê Sembola Cîhanî Ya Berxwedanê Ye'

Berfirehiya daxuyaniyê bi vê awayî ye:

“Em îro li vir in da ku piştrast bikin ku Kobanê ne tenê navê bajarekî ye, lê belê ew nasname, dîrok, bîr û sembola cîhanî ya azadî û berxwedanê ye. Ev navê ku cîhanê nas kiriye û bi yek ji serkeftinên mirovahiyê yên herî girîng ên li dijî terorê ve hatiye girêdan, ne hûrguliyeke zimanî ye; ew parçeyekî resen ji nasname û mîrateya bajêr e.

Em daxwaz dikin ku navê KOBANÊ di hemû belge, tomar û nameyên fermî yên hikumetê de were pejirandin. Ji ber ku ew nav rastiya dîrokî û çandî ya bajêr hildigire û cihê wê yê ku gelê wê bi fedakarî û xwîna xwe avakiriye diparêze.

Di heman demê de, em hemû şêwazên heqaret û bêhurmetiyê yên ku li dijî zarok an jî welatiyên Kobanê li bajarên din ên Sûriyê tên kirin, red dikin. Tenê ji ber ku ew xwe wekî Kobanî didin nasîn, rastî cudakarî, piçûkxistin û êrîşan tên. Rûmeta welatiyên bajêr nayê bazarkirin û her êrîşeke li ser wan, tê wateya êrîşa li ser nirxên jiyana hevbeş û rêzgirtina dualî ye.

Banga li hêzên civakî û hiqûqî

Piştî sala 2014'an, cîhanê bi rêya KOBANÊ Sûrî naskir; dema ku li dijî DAIŞ'ê sekinî û bû destpêka dawiya wê. Navê KOBANÊ li seranserî cîhanê bûye hevwateya wêrekî, berxwedan û teslîmnebûnê. Mixabin, di demekê de ku ev nav di asta cîhanê de tê rûmetdarkirin, hikumeta nû vê rastiyê paşguh dike û li ser bikaranîna navê 'Eyn El-Ereb' îsrar dike.

Em bang li hemû hêzên civakî, çandî, hiqûqî û hemû gelê Sûriyê dikin ku rêzê li nasnameya Kobanê bigirin, rûmeta gelê wê biparêzin, li dijî gotinên nefret û cudakariyê rawestin û bi hev re ji bo welatekî ku li ser bingehê wekhevî û naskirina hevdu ava dibe, bixebitin.

Di dawiyê de; dibe ku rêxistinên siyasî karibin peyvên li ser belgeyên fermî biguherînin, lê ew nikarin navê ku di wijdanê gel de hatiye kolandin biguherînin. Navên ku bi xwînê hatine nivîsandin bi biryaran nayên jêbirin û nasnameyeke ku bi fedakariyan hatiye parastin, bi înkarkirinê nayê şikandin. KOBANÊ navê azadiyê ye, sembola berxwedanê ye û nasnameyeke wisa ye ku nayê bazarkirin.”

Xwepêşandan bi silavkirina berxwedan û îsrara gel a ji bo bikaranîna navê Kobanê bi dawî bû.