Li Kenyayê di çopekê de hejmarek zêde ya cenazayên jinan hate dîtin

Li Kenya cenazeyê hejmarek jin ku di torbeyên avêtina çopê, hatin dîtin. Gumanbarê sereke yê ku hatî girtîn li xwe mikur hat ku piştî 42 jin qetilkir cenazeyên wan avêtine çopê. Çopa mijara gotinê balkêşe ku 100 metre ji qereqola polîsan dûr e.

Navenda Nûçeyan- Li Kenyayê ji roja înê heta niha li qada çopê ya herêma Mukuru ya başûrê peytexta Nairobî bi giştî 9 cenaze di torbeyên plastîk de hatin dîtin. Li ser vê yekê di lêkolînên hatin kirin de hate ragihandin ku gumanbarê sereke Collins Jmaisi Khalusha yê 33 salî îro li nêzî barekê hate girtin.

Li xwe mikur hat ku 42 jin qetil kiriye

Serokê Muduryeta Lêkolîna Ceza Muhammed Amîn di daxuyaniya dayî çapemeniyê de ev tişt got: “Gumanbar li xwe mikur hat ku 42 jin qetilkiriye û avêtiye çopê. Em rastî qatilek psîkopat ku rêzê li jiyana mirovan nagre ne.” Muhammed Amîn got ku girtin piştî oparasyona hevpar ya DCI û Teşkilata Polîsên netewî hate encamdan. Anî ziman ku Collins Jmaisi Khalusha diyarkir ku ew jin di navbera dîrokên 2022 û 11 Tîrmeha îsal de qetil kirine.

Kesa yekem ku qetilkiriye hevjîna wî bû

Muhammed Amîn destnîşan kir ku gumanbarê hatî girtin îdea kir ku destpêkê hevjîna xwe qetil kiriye û got: “Piştî ku ew bi xenîqinê qetilkir, cenaze parçe kiriye û avêtiye heman cihî.” Muhammed Amîn agahiya ku telefonê yek ji jinên ku hatiye qetilkirin bi gumanbarê duyemin re hate girtin, parve kir. 

Çop 100 metreyan ji qereqola polîsan dûre

Li gora agahiyên AFP; ev bûyer carek din bal kişand ser polîsên Kenyayê. Der barê protestoyên ku li dijî hikumetê û hejmarek zêde ya xwepêşanderên hatin qetilkirin, zextên li ser serokê dewletê William Ruto ku di kontrolkirinê de zehmetiyan dikşîne zêde kir.

Çavdêrê Polîs yê Kenya ya Saziya Çavdêriya Polîsên Serbixwe (IPOA) di daxuyaniya ku roja înê dayî de bal kişand ku çop tenê 100 metreyan ji qereqola polîsan dûr e. Gotibû ku cenazeyên di çopê de hatin dîtin ka polîs daxilê bûye yan ne lêkolîn kirine. Polîsên Kenyayê ji aliyê rêxistinên mafan ve dem dem ji ber bikaranîna hêzê, pêkanîna cînayetên derzagonî yan jî  rêvebirina tîmên suîkastê tên sûcdarkirin.