Li Herema Kurdistanê di meha Tebaxê de yek jê zarok 3 kes hatine qetilkirin
Hejmara kuştina jinan her ku diçe zêde dibe, lê rayedar guh nadin van amaran û ji bo parastina asayîşa Herêma Kurdistanê bi taybet jinan hewl didin wan veşêrin.

Silêmanî – Tevî veşartina amarên kuştinên jinan, çend bûyerên ku nayên înkarkirin jî hene, ji ber wê jî derketiye holê ku heta sala 2022’an li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bûyerên kuştin û xwekuştinê çêbûne, lê ji ber biryara Wezareta Rewşenbîrî ev bûyerên qewimîne hatine veşartin û kuştin û xwekuştin, bi taybetî yên jinan, nayên dîtin û raya giştî ji wan agahiyan bêpar dimîne.
Di meha Tebaxê de bûyerên ku rû dane wiha ne:
Roja 5’ê Tebaxê du bûyerên cuda li Zaxoyê qewimîn, jinekê dawî li jiyana xwe anî û bav û keçek jî winda bûn. Jina ciwan N.S.M a ku di sala 2008’an de ji dayik bû ji ber sedemên nehat zanîn dawî li jiyana xwe anî, cenazeyê wî birin Tiba Edlî ya bajêr.
Bav û keça wan Farûq Mîrza Xelef û Axîn Farûq ku xelkê kampa Çem Mûşku ya Zaxo û Şengalê bûn, winda bûn. Polîsê Duhokê di daxuyaniyekê de ragihand, termê Farûq Mîrza Xelef li parkeke bajarê Dihokê hat dîtin û ragihand ku kujer li taxa Serhildanî ya bajarê Dihokê di operasyonekê de hatiye girtin.
Di şeva 18’ê Tebaxê de 2 jin ji ber benzînê bi xeletî şewitîn. Hate ragihandin ku her du jinên yek jê 25 û ya din jî 30 salî ne hewl didin avê veguherînin amûra elektrîkê, lê bi şaşî benzînê kirine amûra elektrîkê û di encamê de ji ber şewata zêde ya di laşên wan de jiyana xwe jidest dane.
Roja 26’ê Tebaxê, dayîkek 54 salî û kurê wê yê 27 salî bi hev re li taxa Bextiyarî ya bajarê Xaneqînê li parêzgeha Diyale hatin qetilkirin.