Li Efganistanê şîdeta li dijî jinan zêde dibe

Di mehên Adar û Nîsanê de herî kêm 11 jin û 2 zarok li Afganistanê hatin kuştin. Jinekê jî xwe kuşt û 5 jin û zarok di êrîşeke asmanî de li Nangarhar, Pakistanê mirin. Ev îstatîstîk tundûya berdewam a li dijî jinan nîşan didin.

BEHARAN LEHÎB

Efganistan – Di salên dawî de rewşa jinên Efgan ji ber rêveberiya Talîbanê her diçe xirabtir dibe. Piştî ku Talîban careke din hat ser desthilatdariyê, jin ji qadên civakê, perwerde, aborî û hemû warên jiyanê hatin vederkirin. Astengkirina perwerdeya zarokên keçik, di gelek saziyan de qedexekirina xebatê û sînorkirina beşdariya jiyana civakî, perçeyek ji polîtîkayên ku jinan ji derve dihêlin e. Ev rewş tenê mafên jinan ên bingehîn binpê nake, di heman demê de çanda civakî ya Efganistanê ber bi krîzên kûr ve dibe.

Yek ji polîtîkayên herî girîng ên vê serdemê, feraseta “kontrola zêde” ya li ser jiyana jinan e. Li gorî raporan zagon û fermanên Talîbanê, beden û tevgerên jinan digrin bin kontrolê û hinek malbatan kirine amûrên kontrolê. Van polîtîkayan, bûne sedem ku jin li malan jî azad nebin.

Bi van astengiyan re şîdeta li dijî jinan jî zêde bûye. Li gorî raporan di sala 2025’an de li dijî jinan gelek êrîş, bûyerên kuştinê hatine qeydkirin. Van jinan gelek ji wan ji ber ku li dijî zewaca bi zorê derketine yan jî mafên xwe yên şexsî parastine hatine kuştin. Bi bûyerên kuştinê re, bûeyrên weke derbkirin, binçavkirin û şîdeta zayendî jî zêde bûne. Ev yek jî nîşan dide ku Talîban zextên sîstematîk didomîne.

Di navbera mehên Sibat û Adara 2025’an de bûyerên kuştina jinan û mirina bi guman hatine raporkirin. Di hinek bûyeran de sedemên mirinê bi awayê fermî nehatine eşkerekirin lê analîz nîşan didin ku gelek ji wan bi şîdeta nava malbatê, zewicandina bi zorê, xizaniya zêde û zextên civakî ve girêdayî ye. Di hinek rewşan de jî jinên çalak û serbixwe hatine hedefgirtin vê yekê di civakê de tirsê çêkiriye.

Li aliyê din zêdebûna bûyerên xwekuştina jinan, yek ji encamên herî bi êş ên ji ber van mercan in. Zexta derûnî ya ku ji ber astengiyên zêde çêbûye, windabûna hêviya bi pêşerojê, bêparbûna ji derfetên perwerde û xebatê û atmosferên malbatan ên bi şîdet, sedemên sereke yên vê diyardeyê ne.

Careke din, em daneyên li ser jinên ku di mehên Adar 2025 û Nîsan 2026’an de li Afganistanê hatine kuştin diweşînin:

1- Di 3’ê Adarê de, di êrîşeke hewaî ya Pakistanê de li navçeya Xogyanî ya parêzgeha Nangarharê 13 kes hatin kuştin; 5 ji wan jin û zarok bûn.

2- Di 6’ê Adarê de, Kubraya 16 salî bi awayekî nepenî li mala xwe ya li navçeya Sangtakht û Bandir a parêzgeha Daykundiyê mirî hat kuştin.

3- Di 6’ê Adarê de, Akîle ya 16 salî ku bi zorê bi kurê endamekî Talîbanê re hatibû zewicandin, 20 roj piştî zewaca xwe li navçeya Çaghdak a parêzgeha Balkhê ji aliyê xezûrê xwe ve bi lêdanê hat kuştin.

4- Di 11’ê Adarê de, zilamekî li navçeyek parêzgeha Farahê dayik û birayê xwe bi çekê kuşt; xwişk û birayek xwe jî birîndar kir.

5- Di 18’ê Adarê de, jinek li navçeya Gulistan a parêzgeha Ferahê ji aliyê hevjînê xwe ve hat gulebarankirin û kuştin.

6- Di 20’ê Adarê de, jinek li navçeya Bala Murghab a parêzgeha Badghis xwe kuşt.

7- Di 21’ê Adarê de, jinek ku wekî pîrik dixebitî li klînîka ku lê dixebitî li navçeya Îmam Sahib a parêzgeha Kunduzê hat kuştin.

8- Di 28’ê Adarê de, Sehar, xebatkareke tenduristiyê û kurê wê bi guleyên rasterast ên leşkerên Pakistanî li navçeya Kambiş a parêzgeha Nuristanê hatin kuştin.

9- Di 8’ê Adarê de, cenazeyê jinek ciwan ji nava bîreke li Nawabad, navçeya şeşemîn a bajarê Gaznî, ji ber şîdeta nava malbatê hatibû kuştin hat derxistin.

10- Di 10’ê Adarê de, jinek û zarokê wê yê biçûk li bajarê Mehmûd Rakî yê parêzgeha Kapisa avêtin bîrek. Dayîkê jiyana xwe ji dest da û zarok jî bi giranî birîndar bû.

11- Di 14’ê Nîsanê de, li navçeya Hisarak a parêzgeha Nangarharê, jinek di pevçûneke di navbera bav û birayê xwe de bi guleyek hate kuştin.

12- Di 20’ê Nîsanê de, li navçeya Guzere ya parêzgeha Heratê, jinek 25 salî ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin ji ber ku tê îdiakirin li hewşê bazdaye.

13- Di 21’ê Nîsanê de, di êrîşeke çekdarî ya li ser mizgefteke li navçeya Încîl a Heratê de 35 kes hatin kuştin; 2 ji wan jin bûn.

14- Di 30’ê Nîsanê de, li bajarê Şîbirgan ê parêzgeha Jowzjanê, jinek ji aliyê hevjînê xwe ve bi kêrê hat kuştin.