Ji Şaredariya Mexmûrê Sozdar Kara: Em hewl didin pirsgirêka avê çareser bikin

Endama Şaredariya Mexmûrê Sozdar Kara diyar kir li kêleka ambargoya heyî, şaredarî bi pirsgirêka avê re jî mijûl e û got: “Ji bo vê yekê me serlêdana derve jî kiriye û ji bo çareserkirina pirsgirêkê jî em di nava hewldanan de ne.”

Mexmûr – Ji Tîrmeha 2019’an vir ve PDK’ê, ji 10’ê Nîsana 2025’an vir ve jî hikûmeta Iraqê ambargo daniye ser wargeha Mexmûrê. Hikûmeta Iraqê nahêle ku kelûpel bikevin nava wargehê. Her wiha li kêleka vê ambargoyê, pirsgirêka ava vexwarinê jî di rojevê de ye. Şaredariya Mexmûrê jî bi hemû hewldanên xwe dixwaze pirsgirêka avê çareser bike ku şêniyên wargehê ji aliyê jiyanî û tenduristî de ji vê pirsgirêkê pir bandor dibin.

Yek ji endamên Şaredariya Mexmûrê Sozdar Kara ji bo pirsgirêka avê û pirsgirêkên bi vî awayî ku jiyana gelê wargehê bandor dike, ji bo denge gelê wargehê bighîne cihên pêwendîdar û hestyariyekê bide avakirin, ji ajansa me re axivî.

Pirsgirêka avê li ser jiyana gelê Mexmûrê pir bandor dike

Sozdar Kara di destpêka axaftina xwe de derheqê pirsgirêka avê de hinek zanyarî parve kirin û wiha axivî: “Beriya niha 8 bîrên avê ji me re hatibûn dayîn. Hikûmeta Iraqê ji bo bikaranînê beriya niha 4 bîr dabûn me. Ji wan bîra rewşa 2 bîra ev demeke dirêj e di wê astê de ye ku em nikarin avê bidin gelê wargehê. Ger em vê avê bidin gel, ewê bibe sedema nexweşiyên cûrbecûr. Ji ber ev av hem rengê wê guheriye û şîn bûye, hem jî tama wê tehl bûye ku me ev av niha daye sekinandin. Ji wan bîran em niha dikarin 2 bîran bikar bînin û ava wan bîran jî kêm e. Beriya niha bi alîkariya Neteweyên Yekbûyî li pişt çiyayê Qereçox ji me re 4 bîr hatin kolandin. Demeke dirêje ew her çar bîrên me xirabûne û ji ber ambargoya bi salane ya hikûmeta Iraqê, em nikarin ji bo çêkirina wan bîrên xwe serlêdanekê bikin. Gundên derdora wan bîran ji bo baxên xwe avê ji wan bîran dikşînin, lê em nikarin ji wan bîran sûd bigirin.” 
 

‘Me ji bo tamîrkirina bîran serlêdanek ji hikûmetê re kir lê alîkarî nedan’

Sozdar Kara diyar kir ku wek şaredarî ji bo çareserkirina pirsgirêka avê di nava hewldanên mezin de ne û wiha domand: “Me serlêdan hem li qaymeqam hem jî cihên cûda re kiriye. Wek şaredarî me giraniya xwe daye ser çareserkirina mijara avê. Ji ber werza havînê av zêdetir tê bikaranîn û ev yek jî neyê çareserkirin, di nava wargehê de wê bibe pirsgirêk. Me ji bo çareserkirina mijara avê ji derve endezyarek anî û got ku di sînorê Mexmûrê de bîrên tên kolandin de, bi piranî ava şîrîn dernakeve û ji ber zêdebuna avê jî ev av hatine rewşa tehlbûnê. Niha ji derveyî wan bîran ava Dîcle-Firatê tê wargehê. Berê ev av 7 saet dihat, anha vê avê bi şev tenê 5 saet didin me. Hatina ava Dîcle-Firatê jî girêdayî rewşa ceyranê diguhere û dema ceyran jî pirsgirêk be li ser vê avê bandor dike. Me ji bo kolandin û temîrkirina van bîran serlêdanek ji hikûmetê re kir lê alîkarî nedan. Niha wek şaredarî ji bo çêkirina van bîran me mesref girtiye ser xwe. Mesrefê wan zêde ye lê em dizanin ku ceyran jî av jî tiştên bingehîn ên jîyanê ne, pêwîst e em li ser bisekinin û em dixwazin ku gelê me yê wargehê jî bi me re bibe alîkar ji bo van rojên teng em hevre derbas bikin.”

‘Ji bo em bikarin bargiraniya li ser jinê rakin hewldanên me hene’

Sozdar Kara di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ambargoya hikûmeta Iraqê û hikûmeta herêmê ya li ser wargehê bandora xwe pir li ser jiyana wargehê dike û wiha got: “Ger civakek penaber be, ji aliyê av û pêwîstiyên jiyanî de tengasî jiyan bike, mirov alîkar dibe. Ev demeke dirêj e ji aliye perwerdê, tenduristî û kelûpêlên jiyanî de ambargoyek li ser me heye. Niha jî hikûmeta Iraqê dixwaze ceyrana me bike 24 saetî, lê em nikarin vê yekê qebûl bikin. Ji ber rewşa gelê me ya aborî ne di wê astê de ye ku heqê ceyrana 24 saetî bidin. Ji ber gelê wargehê diçe derve kar dike û wek deverên din her meh mûçe nagire ku bikaribe heqê ceyrana 24 saetî bide. Îsal di şaredariyê de hejmara jinan zêdetir e. Ji ber yê ku malê birêve dibe, av û ceyranê ji bo karê jiyanê rêk û pêk dike û di malê de girêdayî van mijaran tengasî jiyan dike, jin e. Yê ku herî zêde jinê fehm dike jî dîsa jin e. Ji bo wê jî bargiraniya ku li ser jinê em bikarin rakin, hewldanên me hene.”